Adsız Günebakan
04 Gulan 2026•Rojanekirin: 04 Gulan 2026
Li gor daxuyaniya ku ji Şaredariyê hat dayîn, li herêmên cuda yên bajêr bi 550 personel û 180 wesayîtan va xebat hatin kirin.
Di daxuyaniyê da hat gotin ku serê qaremêtreyê nêzî 60 kîlo baran barî, Robarê Allebanê ser ra avêt.
Di daxuyaniyê da cih dan van gotinên Sekreterê Giştî yê Şaredariya Bajarê Mezin Sezer Cîhan, "Di nava 20 deqîqeyan da serê qaremêtreyê nêzî 60 kîloyî baran barî. Ji ber vê yekê li hin deran di çûyîn û hatinê da tengasî derket. Hin ciyan lehî rabû. Haya me ji daneyên meteorolojîk hebûn û em di teyaqûzê da bûn."
Cîhan destnîşan kir ku ew bi rayedaran ra li navenda krîzê ya Şaredariya Bajarê Mezin pêvajoyê dişopînin.