Serokomar Erdogan, di çarçoveya 31emîn Konferansa Aliyên Peymana Çarçove ya Guhertina Avhewayê ya Neteweyên Yekbûyî (COP31) de ku li Antalyayê tê lidarxistin, bi serokan ra civiya.
12 Mijdar 2026•Rojanekirin: 12 Mijdar 2026
Serokomar Erdogan, di çarçoveya 31emîn Konferansa Aliyên Peymana Çarçove ya Guhertina Avhewayê ya Neteweyên Yekbûyî (COP31) de ku li Antalyayê tê lidarxistin, bi serokan ra civiya.
-Serokomar Erdogan bi Serokomarê Iraqê Amedî ra civiya
Di hevdîtina di navbera Serokomar Recep Tayyîp Erdogan û Serokomarê Iraqê Nizar Amedî da têkiliyên dualî yên Tirkiye-Iraqê û mijarên herêmî hatin gotûbêjkirin.
Li gor daxuyaniya Serokatiya Ragihandinê ya Serokomariyê Serokomar Erdogan bi Serokomarê Iraqê Amediyê ku ji bo Lûtkeya Serokan a COP31ê li Antalyayê ra hevdîtin kir.
Di hevdîtinê da têkiliyên dualî yên Tirkiye-Iraqê û mijarên herêmî hatin gotûbêjkirin.
Serokomar Erdogan diyar kir ku di Projeya Rêya Pêşketinê ya lu dê peywendiya Iraqê ya bi dinyayê ra xurt bike da pêşketin çêbû, projeyê di bazirganiya Rojhilat-Rojava da guzergaheke nû derxist holê, di serî da vejen dê avêtina pêngavên ji bo xurtkirina hevkariya di gelek qadan da bidomînin.
Serokomar Erdogan got tê payîn ku ji bo hedefa "Tirkiyeya Bêteror" piştgiriya Iraqê bi zêdebûn dewam bike û gihaştina vê hedefê dê kêrî herdu welatan jî bê.
-Serokomar Recep Tayyîp Erdogan bi Serokomarê Îranê Mesûd Pezeşkiyan ra civiya
Erdogan, di çarçoveya Lûtkeya Serokan a 31emîn Konferansa Aliyên Peymana Çarçove ya Guhertina Avhewayê (COP31) ya Neteweyên Yekbûyî (NY) da ku li Antalyayê tê lidarxistin, bi Serokomarê Îranê Pezeşkiyan ra civiya.
Di civînê da Wezîrê Karên Derva Hakan Fîdan, Wezîrê Parastina Neteweyî Yaşar Guler, Cîgirê Serokê Giştî yê AK Partiyê û Berdevkê Partiyê Omer Çelîk, Serokê MÎTê Îbrahîm Kalin, Serokê Ragihandinê yê Serokomariyê Burhanettin Duran, Rêveberê Qelema Taybet ê Serokomariyê Hasan Dogan û Şêwirmendê Siyaseta Derva û Ewlehiyê yê Serokomar Akif Çagatay Kiliç jî amade bûn.
Serokomar Recep Tayyîp Erdogan bi Serokomarê Komara Demokratîk a Kongoyê Felix Tshisekedi ra hevdîtin kir.
Erdogan, di çarçoveya Lûtkeya Serokan a 31emîn Konferansa Aliyên Peymana Çarçove ya Guherîna Avûhewayê (COP31) ya Neteweyên Yekbûyî (NY) da, ku li Antalyayê tê lidarxistin, bi Serokomarê Komara Demokratîk a Kongoyê Tshisekedi ra hevdîtin kir.
Wezîrê Karên Derva Hakan Fîdan, Cîgirê Serokê Giştî yê AK Partiyê û Berdevkê Partiyê Omer Çelîk û Serokê MÎTê Îbrahîm Kalin jî beşdarî civînê bûn.
Serokomar Recep Tayyîp Erdogan bi Serokomarê Gurcistanê Mikheil Kavelashvilî ra civiya.
Serokomar Erdogan di çarçoveya Civîna Serokan a 31emîn Konferansa Aliyan a Peymana Çarçoveyê ya Guherîna Avûhewayê ya (COP31) Neteweyên Yekbûyî (NY) ya ku li Antalyayê tê lidarxistin da, bi Kavelashvilî ra hevdîtin kir.
Di hevdîtinê da Wezîrê Karên Derva Hakan Fîdan, Wezîrê Edaletê Akin Gurlek, Serokê Ragihandinê yê Serokomariyê Burhanettîn Duran, Rêveberê Qelema Taybet ê Serokomariyê Hasan Dogan, Serşêwirmendê Ewlehiyê û Polîtîkaya Derva yê Serokomar Akîf Çagatay Kiliç, Cigirserokê Lijneya Ewlehî û Polîtîkayên Derva ya Serokomariyê Çagri Erhan jî cî girtin.
Serokomar Recep Tayyîp Erdogan, pêşwazî li Serokwezîrê Pakistanê Şahbaz Şerîf kir.
Serokomar Erdogan, di çarçoveya Lûtkeya Serokan a 31emîn Konferansa Aliyên Peymana Çarçove ya Guherîna Avhewayê (COP31) ya Neteweyên Yekbûyî (NY) da ku li Antalyayê tê lidarxistin, bi Serokwezîrê Pakistanê Şerîf ra civiya.
Serokomar Recep Tayyîp Erdogan bi Serokomarê Somaliyê Hesen Şêx Mehmûd ra civiya.
Serokomar Erdogan di çarçoveya Civîna Serokan a 31emîn Konferansa Aliyan a Peymana Çarçoveyê ya Guherîna Avûhewayê ya (COP31) Neteweyên Yekbûyî (NY) ya ku li Antalyayê tê lidarxistin da, bi Serokomarê Somaliyê Şêx Mehmûd ra civiya.