Zeynep Katre Oran
24 Nîsan 2026•Rojanekirin: 24 Nîsan 2026
Rayedarekî DYAyî ku nexwest navê wî eşkere bibe ji rojnameya Washington Postê ra axivî û îdia kir ku di rojevê da ye ku Putîn jî ji bo Lûtkeya Serokan G20ê ku dê 14-15yê Çileya Pêşîn li Miamiyê bê lidarxistin were vexwendin.
Rayedarî destnîşan kir ku hê vexwendnameyên fermî nehatine şandin lêbelê Rûsya jî endamê G20ê ye û ewê him ji bo civînên li ser asta wezîran û him jî lûtkeya serokan bê vexwendin.
Serokê DYAyê Donald Trump jî duh di daxuyaniya xwe ya ji bo rojnamevanan da anî ziman ku haya wî jê tuneye Putîn ji bo G20ê hatiye vexwendin lêbelê ewê li dijî vê nesekine.
Trump tekezî kir ku beşdarbûna Putîn ji bo lûtkeyê ewê berhemdar be û gotibû "Ez di wê fikrê da me ku divê bi her aliyî ra biaxive."