ANKARA
Wezareta Karên Derva êrîşa xwekujiyê ya li Katîfa Erebistana Siûdî ku bi gelemperî şiî dijîn, şermezar kir.
Di daxuyaniya Wezaretê da wiha hat gotin: "Li Katîfa Erebistana Siûdî di dema nimêja înê da li mizgeftê êrîş hat kirin û di êrîşê da gelek kes mirin û birîndar bûn. Em êrîşa terorîst bi tundî şermezar dikin."
Di daxuyaniyê da hat destnîşankirin ku Xwedê rehma xwe li yên mirin bike û serê gelê Erebistana Siûdî sax be û Xwedê şîfayê bide birîndaran.
Li Kadîha Katîfê li dijî Mizgefta Îmam Elî bîn Ebî Talib êrîşa xwekujiyê hatibû kirin û di êrîşê da 21 kes miribûn û 120 kes jî birîndar bûbûn.