TBMM
Xebatên li ser verastkirina pêşniyaza qanûnê ya saziya Lijneya Bilind a Dozger û Dadgeran (LBDD) dê îro jî di Komîsyona Dadê ya TBMMyê de dewam bike.
Di civînê de li ser 15 madeyan hat sekinîn. Ji madeyan 12 made hatin qebûlkirin û 3 made jî ji pêşniyazê hatin derxistin.
Li gor madeyên hatin qebûlkirin Lijneya Kontrolê ya Akademiya Dadê dê ji nav endamên Lijneya Giştî ji 3 endamên esîl û 2 heb jî cihgir bên hilbijartin pêk were.
Guherîna ku digot Lijneya Kontrolê dawiya her salî divê raporeke kontrolê çêbike û mînakeke vê raporê şûna sibatê di heta dawiya meha tîrmehê bişîne Lijneya Giştî û Wezaretiyê ji metin hat derxistin.
Xebatkarên akademiyê yên îdarî dê ji nav kesên ku ezmûna karmendiyê qezenc kirine bên hilbijartin û Serok dê wan wezîfedar bike.