Polîtîka

"Teror teror e û divê koka wê di cî da were qelandin"

Serokê Ragihandina Serokomariyê Fahrettîn Altun: "Dewleta Komara Tirkiyeyê dijminê Kurdan nîne, hamiyê Kurdan e. Tu pirsgirêka Tirkiyeyê bi Kurdan ra tuneye"

14.01.2019 - Rojanekırın : 15.01.2019
"Teror teror e û divê koka wê di cî da were qelandin"

Ankara

ANKARA

Serokê Ragihandina Serokomariyê Fahrettîn Altun diyar kir ku dewleta Komara Tirkiyeyê dijminê Kurdan nîne, hamiyê Kurdan e. Altun got ku jêdera terorê çi dibe bira bibe ji bo Tirkiyeyê ferq nake û wiha dewam kir, "Teror teror e, divê li cihê ku jê dertê koka wê li wê derê were qelandin, Tirkiye tam jî li Sûriyeyê vê yekê dike."

Serokê Ragihandina Serokomariyê Altun li ser hesabê xwe yê Twitterê bertek nîşanî parvekirina li ser Sûriyeyê ya Serokê Amerîkayê Donald Trump da.

Altun di peyama xwe da got, "Dewleta Komara Tirkiyeyê dijminê Kurdan nîne, hamiyê Kurdan e. Tu pirsgirêka Tirkiyeyê bi Kurdan ra tuneye. Meseleya me bi PKKya rêxistina terorê û şaxên wê yên li Sûriyeyê ra ye." Altun destnîşan kir ku PYD û YPG rêxistina terorê ye û Tirkiye wê têkoşîna terorê bi biryardarî bidomîne.

Altun gotina Serokomar Recep Tayyîp Erdogan ku di 26ê Hezîrana 2015an da got, ya "Ez bangî hemû dinyayê dikim: Bedela wê çi dibe bira bibe, em ê tu carî destûrê nedin ku li bakurê Sûriyeyê, li başûrê Tirkiyeyê dewlet were avakirin" jî cardin parve kir û wiha got:

"Ji bo me ya girîng ewlehiya me ya neteweyî ye. Asasa ku têkoşîna me ya terorê kifş dike jî ev e. Jêdera terorîzmê hezkî bira îdeolojîk hezkî dînî hezkî nîjadî be, ji bo me ferq nake. Teror teror e, divê li cihê ku jê dertê koka wê li wê derê were qelandin, Tirkiye tam jî li Sûriyeyê vê yekê dike."

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.