20 Tebax 2016•Rojanekirin: 22 Tebax 2016
ANKARA
Serokwezîr Bînalî Yildirim wê bi Serokê Giştî yê CHPyê Kemal Kiliçdaroglu û Serokê Giştî yê MHPyê Devlet Bahçelî ra were bal hev.
Li gor agahiya çavkaniyên Serokwezîriyê Yildirim wê 22yê tebaxê saet 10.00an da li Qesra Çankayayê bi Serokê Giştî yê CHPyê Kiliçdaroglu û Serokê Giştî yê MHPyê Bahçelî ra were bal hev.
Hat diyarkirin ku wê di civîna şêwrê da li ser hewla derbeyê ya FETOyê, têkoşîna dijî terorê û pakêta destûra bingehîn xeber bidin.
Serokwezîr Yildirim 19ê tîrmehê li Qesra Çankayayê cuda cuda bi herdu serokên mixalefetê ra hatibû bal hev û di 1ê tebaxê da li Navenda Giştî ya CHPyê bi Kiliçdaroglu û li Meclisê bi Bahçelî ra hatibû bal hev.
Piştî mitînga ku di 7ê tebaxê da li Yenîkapiyê hat kirin wê hersê serok di 22ê yê tebaxê da di civîna şêwrê da bên bal hev.