Sefa Şahin,Serkan Kaya,Fatma Sevinç Çetin,Hüseyin Cem Dağıstanlı
01 Îlon 2023•Rojanekirin: 04 Îlon 2023
Serokomar Recep Tayyîp Erdogan diyar kir ku ji dibistan seretayî heta doktorayê ji her astê 1 milyon ciwan beşdarî TEKNOFEST 2023yan bûn û got ku "Va ye ev tabloya Sedsala Tirkiyeyê ye."
Erdogan li TEKNOFESTa festîvala teknolojiyê ya herî mezin a Tirkiyeyê ya ku Ajansa Anadoluyê (AA) cara 8emîn bû hevkarê wê yê global da axivî û diyar kir ku îsal ji bo bîranîna sala 100emîn a Komarê TEKNOFEST li sê bajaran hat kirin.
Erdogan got ku "Eleqeya ku ji bo TEKNOFESTa her sal jimara beşdarvan û ziyaretvanan wê zêde dibe tê nîşandan me gelekî kêfxweş dike. Ji ber ku TEKNOFEST wekî ewladê min e." û wiha axivî:
"Ji dibistan seretayî heta doktorayê ji her astê 1 milyon ciwan beşdarî TEKNOFEST 2023yan bûn. Va ye ev tabloya Sedsala Tirkiyeyê ye."
- "Dema ez li beşdarvanên TEKNOFESTê dinêrim dahatûya Tirkiyeyê dibînim"
Erdogan got kesên dixwazin ku hesta azadiyê ya ku di temarên gelêku digel hemû şert û mercên dijwar jî li ber tu kesî serî natewîne fehm bikin bila li beşdarvanên TEKNOFESTê binihêrin û got ku "Dema ez li neviyên xwe, hemû ewladên me, bi taybetî we beşdarvanên TEKNOFESTê dinihêrim dahatûya Tirkiyeyê dibînim."
- "Artık Milli Teknoloji Hamlesi var, artık TEKNOFEST kuşağı var"
Ülkenin bir zamanlar sanatçı Cem Karaca'nın "Tamirci Çırağı" şarkısında dile getirdiği gibi insanlara "İşçisin sen işçi kal" denildiği, her alanda önünün kesildiği dönemleri yaşadığını söyleyen Erdoğan, şu ifadeleri kullandı:
- "Êdî hemleya Teknolojiyê ya Neteweyî heye, êdî nifşa TEKNOFESTê heye"
Serokomar Erdogan got ku "Heyamên tarî yên ku ji bo berjewendiyên emperyalîstan peywendiya ciwanên me ya bi paşeroja wan ra dihat qutkirin û pêşeroja wan dihat tarîkirin êdî li paş ma. Êdî hemleya teknolojiya neteweyî heye, nifşa TEKNOFESTê heye, ciwanên me yên jîrek ên ku bi pireya di navbera paşeroj û pêşerojê ava kirine va çavê xwe berdane fezayê hene."
Serokomar Erdogan diyar kir ku wek dewlet ya baş ji ya xirab, ya kêrhatî ya bi zirar, mexdûr ji şerletanan vediqetînin û ya hewce dikin û wiha axivî:
"Qet meraq nekin ev welat ne xana elo ye, ne nivîna belaşxura ye ne jî welatekî bêxwedî ye ku tu kes curet nake ku îstila bike."
- "Em li pey wê yekê ne ku bi hemleyên teknolojiyê yên neteweyî ciwanên xwe bixin nav pêşbaziya xêrê"
Serokomar Erdogan destnîşan kir ew bixwe jî dibêjin ku ji aboriyê heta binesaziyê pirsgirêkên ku divê di gelek waran da çareser bikin hene û axatina xwe wiha domand:
"Ji bo çareserkirina pirsgirêkê tesbît û teşxîskirina pirsgirêkê cuda ye, guherandina mahiyeta pirsgirêkan û ketina pey fitne û fesadiyê ji hev cuda ne. Em hewl didin ku bi hemleyên teknolojiyê yên wekî TEKNOFESTê ciwanên xwe ji bo xêrê bixin nav pêşbaziyê."
Erdogan got ku bila TEKNOFEST Enqere bi xêr be û spasiya kesên ku ji bo lidarxistina çalakiyê ked dan kir.