Özcan Yıldırım
13 Gulan 2024•Rojanekirin: 13 Gulan 2024
Serokomar Recep Tayyip Erdogan, Serokwezîrê Yûnanistanê Kîryakos Mîçotakîs qebûl kir.
Serokomar Erdogan li ber deriyê sereke yê Kuliyeya Serokomariyê pêşwazî li Mîçotakîs kir.
Erdogan û Mîçotakîs li ser nerdewanê li ber alayên Tirkiye û Yûnanistanê merhebatî dan hev û poz dan.
Piştî hevdîtina rûbirû, Erdogan û Mîçotakîs dê serokatiya hevdîtina heyetan bikin û dê civîna çapemeniyê ya hevbeş li dar bixin.
Piştî civînê, Serokomar Erdogan dê Mîçotakîs di şîvê da biezimîne.