Serokomar Erdogan li Amerîkayê ye
Serokomar Recep Tayyîp Erdogan ji bo ku beşdarî Civîna 74emîn a Lijneya Giştî ya Neteweyên Yekbûyî bibe hat Amerîkayê
Ankara
Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan ji bo ku beşdarî Civîna 74emîn a Lijneya Giştî ya Neteweyên Yekbûyî (NY) bibe bi balafira taybet "TC-TRK"yê hat bajarê New Yorka Amerîkayê.
Wezîrê Karên Derva Mevlut Çavuşoglu, Balyozê Daîmî yê NYyê yê Tirkiyeyê Ferîdun Sînîrlîoglu, Balyozê Washîngtonê yê Tirkiyeyê Serdar Kiliç û rayedarên din li Balafirgeha JFKyê Erdogan pêşwazî kirin.
Emîne Erdogana jina Serokomar Erdogan, Wezîrê Parastina Neteweyî Hulusî Akar, Wezîrê Xezîne û Darayiyê Berat Albayrak, Wezîrê Hawîrdor û Bajarvaniyê Murat Kurum, Wezîra Bazirganiyê Ruhsar Pekcan, Serokê Ragihandinê yê Serokomariyê Prof. Dr. Fahrettin Altun û Berdevkê Serokomariyê Îbrahîm Kalin jî bi Serokomar Erdogan ra hatin Amerîkayê.
- Welatiyên Tirkiyeyê li ber otela ku Erdogan wê lê bimîne ew pêşwazî kirin
Serokomar Erdogan li New Yorkê çû Otela Penînsulayê.
Welatiyên Tirkiyeyê li ber otela ku Erdogan wê lê bimîne bi alayên Tirkiyeyê va ew pêşwazî kirin, hezkirina xwe nîşanî wî dan.
Erdogan beriya ku bikeve otelê ji wesayîta xwe peya bû silav da welatiyan, destê wan girt û paşê kete otelê.