09 Rêbendan 2018•Rojanekirin: 09 Rêbendan 2018
MECLIS Serokomar Recep Tayyîp Erdogan ragihand ku wî ji bo axaftina li ser hilbijartinê gazî Serokê Giştî yê MHPê Devlet Bahçelî kir û niha jî li benda bersiva wî ye.
Erdogan piştî Civîna Koma AK Partiyê ya Meclisê bersiv da pirsên rojnamegeran.
Ji bo pirsa "Serokê Giştî yê MHPê Devlet Bahçelî der barê îtifaqê da daxuyanî da gelo di hiş û mêjiyê we da modelên îtifaqê hene?" bersivand û got ku divê meseleyên wiha girîng li ser pê neyên qisekirin û wiha pê da çû: "Çi xweş, Birêz Bahçelî li nûnerên xwe yên li Enqereyê ra civîneke berfireh kir. Emê jî niha nirxandinên xwe cihê bikin. Jixwe ev sernavên em li serê diaxivin û di rojeva me da ne. Înşeallah ji wê pê va jî ew gava ku ji bo gel û welatê me bi kêr bê kîjan be bila ew be."
Serokomar ji bo pirsa rojnamegerekî ku got gelo bi Bahçelî ra hevdîtin wê bê kirin yan na? bersiv da û got: "Me dewet şand pey û niha em li benda bersivê ne."