Yıldız Nevin Gündoğmuş
20 Tîrmeh 2022•Rojanekirin: 20 Tîrmeh 2022
Serokomar Erdogan: "Divê Amerîka niha rojhilatê Feratê biterikîne. Tesbîta ji pêvajoya Astanayê derketiye ev e. Lewra Amerîka rêxistinên terorê yên li wir xwedî dike."
"(F-16) Bîden şertê Yûnanistanê daneniye ber me. Me got ku weke endamên NATOyê divê em hiqûqa hev biparêzin. Meseleya şertekî wiha me eleqedar nake."
"(Li bakurê Sûriyeyê) Mijara herekateke nû heya fikarên me yên li ser ewlehiya neteweyî neyên berterefkirin wê herdem di rojeva me da be."
"Ji sînorê Sûriyeyê heya 30 kîlomêtro li başûr di têkoşîna dijî rêxistinên terorê da em dixwazin Rûsya û Îran bi me ra bin. Divê desteka hewcedar bidin me."
"Helwesta Putîn ya li ser hewldanên me erênî ye. Hin pêşniyazên din li me kir. Di warê xaza siruştî, Akkuyu û mijarên din da em hevkariya xwe didomînin."
"(Korîdora dexl) Em dixwazin vê hefteyê mutebeqatê nivîskî jî çêkin. Em hêvî dikin di rojên pêş da em dest bi bicîanîna vê planê bikin."