Önder Beyter
17 Nîsan 2018•Rojanekirin: 18 Nîsan 2018
ANKARA
Serokomar Recep Tayyîp Erdogan bi têlefonê bi Serokomarê Îranê Hesen Rûhanî ra xeberda.
Li gorî agahiya ku ji çavkaniyên Serokomariyê hat wergirtin, di peywendiya têlefonê da ligel rewşa dawîn a li Sûriyeyê, peywendiyên dualî hatin gotûbêjkirin.
Hat destnîşankirin ku Serokomar Erdogan bal kişand ku helwesta Tirkiyeyê li dijî emilandina çekên kîmyayî ji berê da diyar e û girîngiya wê yekê anî ziman ku divê rê neyê dayîn da ku rageşî gur bibe û divê bûyer li gorî çarçoveya xwe bên nirxandin.
Herwiha herdu serokan bal kişandin ser girîngiya yekparçeyiya axa Sûriyeyê û hewldana hevbeş a Tirkiye, Îran û Rûsyayê ya di çarçoveya pêvajoya Astanayê da, da ku ji krîzê ra çareseriyeke siyasî were dîtin.
Di axaftinê da hat balkişandin ku peywendiya Tirkiye û Îranê ya di warê aboriyê da xurt dibe ku ev yek ciyê kêfxweşiyê ye.