Serokomar Erdogan bi Serokomarê Fransayê Macron ra hat cem hev
Ankara
JOHANNESBURG (AA) - Serokomar Recep Tayyip Erdogan bi Serokomarê Fransayê Emmanuel Macron ra hat cem hev.
Erdogan hevdîtinên xwe yên di çarçoveya Zîrweya Lîderên G20an a bi mazûvaniya Afrîkaya Başûr da didomîne.
Serokomar Erdogan di vê çarçoveyê da li Johannesburg Expo Centerê ku lê zîrwe bi rê va diçe, bi Serokomarê Fransayê Macron ra hat cem hev.
Li gorî daxuyaniya Serokatiya Ragihandina Serokomariyê, di hevdîtinê da peywendiyên dualî yên Tirkiye-Fransayê û mijarên kurewî û herêmî hatin gotûbêjkirin.
Serokomar Erdogan di hevdîtinê da diyar kir ku di pêşxistina peywendiyên Tirkiye û Fransayê da gavên dualî giring in.
Serokomar Erdogan her wiha di hevdîtinê da parastina agirbestê li Xezeyê, giringiya gihandina alîkariyên mirovî bo herêmê anî ziman û diyar kir rêya aştiya mayînde çareseriya du dewletî ye û Tirkiye jî ji bo pêkanîna vê yekê, hewl dide.
Her wisa Serokomar Erdogan destnîşan kir ku ji bo bidawîkirina bi aştiya adil û mayînde a şerê Ukrayna-Rûsyayê divê ji hemû derfetên dîplomasiyê sûd bê wergirtin û Tirkiye dê hewl û xebatên xwe bidomîne da ku aliyên şerker di zemîna mizakereyên ji bo aştiyê da li hev rûnên.
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
