"Birayên me yên Iraqê bi hev dişêwirin. Ew ê biryarê bidin. Em ê ji bo normalbûna Iraqê piştgiriyên xwe bidomînin. Qezenca Iraqê çiqasî zêde bibe, Iraq dê ewqasî normal bibe. Wan weke 400 hezar varilan ji budçeyê veqetandiye, lê ev dê li ser budçeya giştî bê hesabkirin. Teqez şert û mercên din guftûgo dikin. Komîteyek saz kirin. Di komîteyê de kesên ku ji aliyê birêz Nêçîrvan Barzanî û birêz Şehristanî ve hatine wezîfedarkirin hene. Dibe ku 3-4 civînan bikin. Em hemû bi hev re çavdêriya wan civînan dikin, dişopînin. Ez wisa bawer dikim ku dê biryareke di lehê Iraqê de ji civînan derbikeve. Irak bi parvekirina tiştên tuneyî pêş nakeve, bi parvekirina tiştên heyîr dê pêş bikeve."