2016 ж. 26 шілде•Rojanekirin: 2016 ж. 26 шілде
VAN
Li Wanê bombeya ku mensûbên PKKya rêxistina terorê li rê veşartibûn teqiya, di encama teqînê de kesek hat kuştin û yek jî birîndar bû.
Li gor agahiyan, piştî êrîşa bi roketavêjê, ya li dijî wesayîta eskerî ya zirxkirî ku yek jê esker 3 peywirdarên ewlehiyê birîndar bibûn û eskerek şehîd ketibû, li navçeya Îpekyoluyê operasyon dewam dikin.
Di operasyonê de di encama teqîna bombeya ku mensûbên PKKya rêxistina terorê li rê verşartibûn de, kesek hat kuştin û kesek jî birîndar bû.
Operasyona ku Midûriya Ewlehiyê ya Parêzgehê dibe ser mensûbên PKKya rêxistina terorê yên ku li taxa Hacibekîr tedbîr danîn û du wesayît şewitandin jî berdewam dike. Hat ragihandin ku di çarçoveya operasyonê de hatûçûna nava taxê bi kontrol tê kirin.
Terorîstan bi roketavêjan û çekên lûledirêj êrîşê wesayîta eskerî ya zirxkirî a ku ji bo ekîbên polêsan wek teqwiye hatibû şandin kiribûn, di êrîşê de eskerekî di wesayîtê de şehîd ketibû, eskerek birîndar bibû û pevçûna ku pişt re qewimî de jî 2 polês birîndar bibûn.