BURSA
Alikarê Serokwezîr Bulent Arinç li Bûrsayê beşdarî merasima ku bi munasebeta Cejna Qurbanê hat lidarxistin bû û diyar kir ku hindik ma, Kobanê (Ayn el Ereb) bikeve destê DÎŞIyê.
Arinç got ku tu bûyer bê sedem nînin û wiha dewam kir: "Binêrin, li herêma Kobanê Kurd dijîn. Em ji wan re dibêjin 'birayên me.' Lewra baweriya me yek e. Di serdema Esed de, mafê welatîbûnê nedabûn Kurdên li Qamişlo, Kobanê, Hasekê dijîn. Herwiha nasnameya wan jî tune bû. Heta Kurd bi hêsanî nikaribûn werên Tirkiyeyê û vegerin jî. Bi israrên Tirkiyeyê Esed hêdî hêdî nasname da kurdan, hebûna wan qebûl kir. Sînorên di navbera Tirkiye û herêmê de ji holê rabûn û eqreba gihiştin hev du."
Arinç destnîşan kir ku piştre rewşa Sûriyeyê guherî û li Sûriyeyê gel li ber rejîma Esed serî rakir.
Arinç diyar kir ku li ser serîrakirinê hêzên rejimê jî dibistan, mal û mizgeftan bombe kir û însanan kuşt û wiha dewam kir:
"Hin kesên li Rojava yanî herêma bakûrê Sûriyeyê serektiya kurdan dikin, xeletî kir. Çi bû ew xeletî? Digel hêzên ku li dijî Esed têdikoşiyan şer nekirin, li cem Esed cih girtin. Wan vê yekê wek firsendek nirxand û daxwazên Esed qebûl kir. Esed wiha difikirî 'Heke ez firsend û derfetê bidin van kurdan dê ew jî li hemberî muxalifan şer bikin, qet nebe bila di nav refên wan de cih negrin û herwiha dê li bakûriyê Sûriyeyê bibin cîranê Tirkan.' Hesabê Esed rast bû, lê em ne bawerbûn ku kurd vê plana qebûl bikin. Me Salih Mûslim vexwendin Tirkiyeyê û jê re wiha gotin 'werin bi muxalifan re li dijî Esed şer bikin, nebin şirîkê zilma Esed. Mirov nizane dê ev zalim sibê çibikin.' Gotin temam û vegeriyan lê dîsa guh dan daxwazên Esed. Heta çi kirin? Hûn zanin li herêmê çar kanton avakirin. Xwedêyo ev çi ye? Kantonan ava dikin. Ji bajarên wan yek serbajar e, meclisek wan heye. Daxwaza wan ew bû ku bibin dewlet. Esed li pişta wan bû. Lê niha çi diqewime? Ka Esed?"
Arinç wiha berdewam kir:
"Gelo çima Qendîl alîkarî nade? Hûn dizanin mirovek ku bi sedan leşkerê me qetil kir yê li Qendîlê ye û nav û nasnava wî tê zanîn çi dibêje? Wiha dibêje 'Em zanin li serên çiya şer bikin lê nizanin li deştê şer bikin.' Yên din jî vedigerin Tirkiyeyê dibêjin alîkarî bidin me, ji me re çekan bişînin, alîkarî bidin Kurdên Kobanê...Me 200 hezar kesî hewand lê parlementera HDPyê çi kir? Kevir avêt leşkerên me. Ji Xwedê bitirsin. Leşkerên me pîrên we didin pişta xwe ji ser sînor tînin. Herwiha leşkerên me av û mama didin zarokên we. Em ji bo wan xwarin û cihê razanê temîn dikin. Mirov qet carek venagere nabêje Xwedê ji we razî be! Jiyana vana bi kevir avêtin û eşqiyatiyê derbas bûye, tiştekî din nizanin."