Li Agiriyê û Şirnexê 7 terorîst hatin kuştin.
Hat ragihandin di êrîşa ku li dijî Femandariya Cendirmeyan a Diyadînê hat kirin de 3 endamên rêxistinê hatin kuştin.
Li gor daxuyaniya nivîskî ya Walîtiya Agiriyê do di seet 21.00an da endamên rêxistina PKKyê bi rokêtavêj û çekên lûledirêj êrîşî Femandariya Cendirmeyan a Diyadînê kirin.
Hat destnîşankirin ku di êrîşa ku li dijî Femandariya Cendirmeyan a Diyadînê hat kirin de 3 endamên rêxistinê hatin kuştin.
Di daxuyaniya Walîtiya Tûnceliyê da hat diyarkirin terorîstên ku bi teqemenî û mayînê êrîşî wesayîta bizirx a leşkeriyê kirin, wesayîta Îdareya Taybet gesp kirin û pê revîn.
Di daxuyaniya walîtiyê de hat destnîşankirin ku îro destê sibê di saet 07.50yî de endamên rêxistina terorê li ser rêya Tûncelî-Elezîzê li tanga gundê Kanoxluyê bi teqemenî û mayînê êrîş kirin, wesayîta bizirx a leşkeriyê ya ku ewlehiya rê pêk dianî û wesayîteke sivîl di teqînê de zirar dîtin.
Di daxuyaniyê de hat eşkerekirin ku di teqînê de tiştek bi tu kesî nehat, ajokarê wesayîta sivîl birîndar bû û ajokar lê ser pê hat dermankirin û piştî dermankirinê hat taburcîkirin.
Di daxuyaniyê de wiha hat gotin:
"2 endamên rêxistinê yên ku wer difikirin ku ev bûyer qewimandin li tanga gundê Yolqonaxê wesayîta Îdareya Taybet a bi pîlaqeya 62 AC 951î xesp kirin, ajokar serbest berda û bi wesayîtê revîn."
Li Yuksekovayê êrîş terorê
Li gundê Daglicaya girêdayê Yuksekovaya nevçeya Hekariyê pira ku ji bo çûn û hatinê dihat bikaranîn ji aliyê terorîstan ve hat hilweşandin.
Li gor agahiyan pira Şehrî ya li ser 45emîn kîlometroya rêbeja Yuksekova-Daglicayê ye û di çûnûhatina navbera gundê Daglica û Fermandariya tabûrê de tê bikaranîn, ji aliyê endamên terorê ve bi bombeyê ji dur ve hat teqandin.
Di teqînê de pire bi tevahî hilweşiya. Piştî teqînê ji bo terorîst bên girtin li herêmê bipiştgiriya hêzên hewayî operasyon hat destpêkirin.
Şirnexê 4 terorîst hatin kuştin
Sererkaniyê ragihand ku komek terorîstên endamên rêxistina terorê, êrîşî ûnsûrên ewlehiyê yên nêzî herêma baregeha Silopiya Şirnexê kirin û gule berdan baregehê. Di şer de 4 terorîst hatin kuştin.
Li gorî daxuyaniya ji malpera Sererkaniyê hat dayîn, komek terorîst duh di saet 23.45an de bikevin nav ûnsûrên ewlehiyê yên nêzî Herêma Baregeha Silopiya Şirnexê. Pişt re bi Doçka, Bîxî û çekên lûledirêj ve êrîşî baregehê kirin.
Li Ser êrîşê endamên Hêzên Çekdar ên Tirk bersiv dan û êrîş sekinî. Di şer de 4 terorîstên endamên rêxistinê hatin kuştin. Her wiha di êrîşê de tu xisar çênebû.