ANKARA
Ji bo hevserokatiya giştî ya HDPyê Parlamenterê Mersînê Ertugrul Kûrkçû û Parlamenterê Îstanbulê Sabahat Tuncel wek namzet hatin pêşniyazkirin.
Kongreya Mezîn ya HDPyê li Salona Sporê ya Ahmet Taner Kişlaliyê hat lidarxistin. Parlamenterê Îstanbulê yê xweser Levent Tûzel axaftina destpêkê kir. Tûzel diyar kir ku pirsgirêkên herêmê û welêt yên cidî hene û wiha axivî:
"Serokwezîr her çiqas nebaş biaxive jî, em dê piştgiriya Geziyê, tekoşînê û berxwedanê bikin. Bi salan e hewl hat dayîn ku gel û bawerî bibin dijminên hev. Nebû îja dîwarên şermê ava kirin. Peywîra me ya ewil hilweşandina van dîwarên şermê ne. Lê hin peywîrên me yên din ên girîng jî hene. Ev welat wek girtîgehekê ye ku mirov ji ber fikr û ramanên xwe tên girtin. Em soz didin ku em dê wan dîwaran hilweşînin. Em dê bibin partiya mirovên ku ji her olê, her baweriyê û her çandê."
Serokê Giştî yê HDPyê Yavuz Onen destnîşan kir ku kongre destpêkeke nû ye û wiha axivî: "HDP partiya wan kesan e ku navbera wan û sîsteme ne baş e, partiya jinan e, partiya kesên ku xwedî tercîhên cuda ne. HDP ji Nesreddîn Xoce bigre, Mewlana, ji Yunus Emre bigre heta Ehmedê Xanî xwedî bingeheke fireh e." Onen Yilmaz Gûney û Ahmed Kaya bi bîr anî. Onen der barê pakêta demokratîkbûnê de jî axivî û got ku pakêta demokratîkbûnê pûç derketiye.
-Sirri Sûreyya Onder
Parlamenterê Stenbolê Sirri Sûreyya Onderê ku ji BDPyê derbasî partiya HDPyê bû jî wiha axivî:
"Em ne bendê ne ku kesek şefaetê li me bike. Xelasiya me di destê me de ye. Zeman zemanê barîqatan e. Pêvajo bi ODTÛyê geştir bû. Çîmentoya vê barîqatê jî HDP ye. Her kes dikare di HDPyê de dengê xwe bide bihîstin. AKP li hember rastiyê şaş û metel maye. Ji vir pê ve nikare tiştekî bike. Xelasiya me di destê me de ye. Dema ku hûn hêrs bibûn hûn gelek şirîn û xweşik bibûn, dema ku hûn hatin li cem hev hûn hê bêtir şirîn bûn."
Alîkarê Serokê Giştî yê BDPyê Kişanak
Alîkarê Serokê Giştî yê BDPyê Gûlten Kişanak jî wiha axivî:
"Yên ku mafên me talan kirine û naxwazin ku em bi azad bêhnekê bistînin dê bin bikevin. HDP dê bibe azadiya kurd, tirk, laz û ermeniyan. Em dê bi HDPyê ve rê bidin serbestiya baweriyan. Di bin vî banî de hemû bawerî dê azad bibin û ev dê bibe temînata laîqtiyê."
Sebahat Tuncel
Sebahat Tuncela ku wek hevserok hate pêşniyazkirin wiha got: "Em ne bêçare ne. Em ne mecburi n ku kesên din wek çare bihesibînin. Çare em in. Em dê li ser navê jinan, bindestan, ciwanan, kurd, tirk, ermenî, laz, elewî, suniyan siyasetê nekin. Em dê bi hev re siyasetê bikin."
Ertugrul Kurkçu
Ertugrul Kurkçuyê ku wek hevserok hate pêşniyazkirin diyar kir ku ew ji bo azadiyê bang dikin û wiha got: "Di van rojên ku dibêjin 'avakirina partiyeke wiha ne mimkun e' de we bi sebr ev partî anî van rojan, ez sipasiya we dikim. Heke sebra we nebûya me nikaribû em bihatana van rojan."
Peyama Ocalan hat xwendin.
Hûda Kaya ya sergirtî û stranbêj Esmerayê jî di dîwanê de cih girtin.