ERBÎL
Li Iraqê ji bo hilbijartina parlementoyê duh dengdayîn di saet 18.00an de bi dawî bû.
Gelê Iraqê di vê hilbijartinê de dê 328 parlementeran hilbijêre. Li 18 parêzgehên Iraqê 21 milyon û 400 hezar dengdêr hebûn û ji vana ji sed î60 tevlî dengdayînê bûn.
Di hilbijartinê de bi tevahî 107 lîste hebû, ji van listeyan 37 yên koalîsyonê, 71 jî yên komên siyasî bûne. Di van lîsteyan de bi tevahî 9 hezar kes namzed bûn. Ji van namzedan 6 hezar û 242ê wî mêr û 2 hezar û 607ê wî jî jin bûn.
-Hejmara qursiyên ji bo parêzgehan
Di parlementoya Iraqê de ji bo 18 parêzgehan hejmara qursiyan wiha ye: Bexda 71, Mûsil 34, Basra 25, Zikar 19, Babîl 17, Anbar 15, Diyala 14, Kerkuk 13, Selahaddîn 12, Necef 12, Kerbela 11, Kadisiye 11, Vasit 11, Meysan 10, Mûsenna 7, Hewlêr 16, Silemaniye 18, Dûhok 12, ji bo xiristiyanan 5, bo Şebekan 1, bo Êzidiyan 1 û ji bo Sebanan jî 1 qursî hat cihê kirin.