ERBÎL
Li Herêma Kurdistanê Iraqê, hilbijartina ji bo parlemantoya 2013an, di seet 07.00an de dest pê kir.
Dengdêran, ji seet 07.00an pê ve, li Erbîl, Silêmaniye û Duhokê li binkeyên ku ji wan re hatibûn diyarkirin, dest bi dengdanê kir. Dengê xwe dixebitînin.
Di vê hilbijartinê de wê parlementerên nû yên Parlementoya Kurdistanê bêne diyarkirin. Li gorî reqemên fermî, di vê hilbijartinê de 2 milyon û 803 hezar kes diçine ser sindoqê.
Nûnerê Lijneya Hilbijartina Bala ya Iraqê li Erbîlê Henderen Mihemed, ji AAyê re ragihand ku dê li 1400 binkeyan û 7200 sindoqan deng bêne xebitandin. Mihemed herwiha diyar kir ku dê 192 çavdêrên biyanî û 1780 jî yên navxweyî hilbijartinê taqîb bikin.
Di serî de Partî Demokratî Kurdistan (PDK), Yekêtî Niştîmanî Kurdistan (YNK), Bizotneweyî Goran, Komeleyî Îslamî, Partî Şûî, Partî Sosyalîst, Bizotneweya Îslamî, Partiya Zehmetkêşan û partiyên kêmeneweyên wekî Tirkmenî, Asûrî, Êzîdî, Keldanî, Suryanî û komên serbixwe yên ku ji namzedên ciyawaz pêk tên jî di navê de, 31 parî û layên beşdarî hilbijartinê dibin. Bi tevahî 1229 kesan ji bo parlementiya Kurdistanê xwe kiriye namzed.
Li Parlementoya Kurdistanê 111 kursî hene. Partiyên siyasî ji bo 100 wergirtina 100 kursiyan; kêmnetewe û nemisilman jî ji bo qotaya li ser wan hatiye danîn, ji bo 11 kursiyan dixebitin.
Di halê hazir de, PDK 30, YNK 29, Goran 23, Yekgirtû 6, Komela 2, Bizotnewe 2, Partî Şûî 1, Partî Sosyalîst 2, Partî Zehmetkêşan 1 û serbixwe jî xwediyê kursiyekê ne. 11 kursî jî ji bo kêmnetewe û nemisilmanan hatine terxankirin. Ji wan jî Tirkmen 5, Asûrî 2, Êzîdî 2, Keldanî û Suryanî jî her yekê xwediyê kursiyekê ne.