ŞANLIURFA
Parlamenterê CHPê yê Îzmîrê Oguz Oyan der barê pêvajoya çareseriyê de axivî û got: "Her çiqas CHP di serî de wekî li dijî pêvajoyê xuya kiribe jî, me pêşî li pêvajoyê negirt û gaveke neyînî neavêt. Me bi tu awayî di ser pêvajoyê re siyaset nekir."
Şandeya CHPê ku di bin serokatiya parlamenter Oyan de ji bo tespît kirina pirsgirêkên herêmê pêwendiyan pêktîne, li Odeya Endazyarên Zîreetê ya Rihayê digel hin nûnerên saziyên civakî yên sivîl hat bal hev.
Oyan li vir axivî û got ji bo ku fikr û ramanên xwe yên der barê "demokratîkbûn û çareseriyê" de vebêjin, hatine herêmê.
Oyan helwesta hikûmetê ya der barê pêvajoyê de rexne kir û got: "Em li dijî pêvajoyê nînin lê em birêvebirina pêvajoyê xelet dibînin. Divê pêvajo wiha nebûya û her kes tevli pêvajoyê bihata kirin. Lê ez dîsa dibêjim, ji bo ku pêvajo dewam bike û aştiyeke mayinde çêbibe, çi bikeve ser milên me em dê bikin."