Nihat Kavşut
02 Gulan 2018•Rojanekirin: 03 Gulan 2018
ANKARA
Alîkarê Serokwezîr Bozdag ji bona biryara îtifaqê ya di navbera 4 partiyan da wiha got: "Ev îtifaq di rastiyê da îtifaqa 4 partiyên ji hev cuda ne. Gotinek heye dibêjin zewaca bi zorî, wekî zewaceke bi zorî ev jî îtifaqeke bi zorî ye."
Alîkarê Serokwezîr û Berdevkê Hikûmetê Bekir Bozdag di televizyona Kanal 24ê da beşdarî weşana zindî bû û der heqê rojevê da axivî.
Bozdag ji bona biryara îtifaqê ya di navbera CHP, ÎYÎ Partî, Partiya Saadetê û Partiya Demokrat da wiha got: "Ev îtifaq di rastiyê da îtifaqa 4 partiyên ji hev cuda ne. Gotinek heye dibêjin zewaca bi zorî, wekî zewaceke bi zorî ev jî îtifaqeke bi zorî ye."
Alîkarê Serokwezîr Bozdag destnîşan kir ku kesên li Serokomarê me hêrs bûne hatine bal hev û wiha axivî: "Ji bona berjewendî, pêşeroj û karên bo Tirkiyeyê nayên bal hev, ji ber dijberiya Birêz Serokomar Recep Tayyîp Erdogan tên bal hev û motîve dibin. Divê meriv bibêje ku 'îtifaqa dijberiya Recep Tayyîp Erdogan îtifaqa hêrsokan e.' Kesên li Serokomarê me hêrs bûne hatine bal hev."
Berdevkê Hikûmetê Bozdag ji bona ku CHP û Partiya Saadetê di heman îtifaqê da cî digirin wiha got: "Bawer im ji ber vê îtifaqê hestiyên merhûm Necmettîn Erbakan Xoce lerizîne. Lewra nirxên ku Erbakan Xoce temsîl dike CHP neyarê wan e."
Alîkarê Serokwezîr û Berdevkê Hikûmetê Bozdag destnîşan kir ku ji bona pêşiyê li ber Tirkiyeyê bigirin îtifaqeke wiha derket û wiha got: "Piştî ku fehm kirin nikarin di hilbijartina serokomariyê da bi ser bikevin, dibêjin qet nebe em di parlamentoyê da bi hêz bin û dest û piyên serokomar girê bidin. Ji bona pêşiyê li ber Tirkiyeyê bigirin îtifaqeke wiha derket. Ji ber dijberiya Serokomarê me kor bûne û ji ber rikê xwe nizanin çi dikin."
Berdevkê Hikûmetê Bozdag ji bona daxuyaniyên Serokomarê 11emîn Gul wiha got: "Gorî min xeletiyeke mezin kir. Ji hêla siyasetê va xeletiyên xwe yên mezin bi îtirafên xwe zexm kir."