ANKARA
Wezîrê Hawirdor û Bajarvaniyê Erdogan Bayraktar ji wazîfeya xwe ya wezîrtî û parlementeriyê îstifa kir.
Wezîrê Hawirdor û Bajarvaniyê Bayraktar bi telefonê beşdarî bernameya zindî ya NTVyê bû û diyar kir ku ji wazîfeya xwe ya wezîrtî û parlementeriyê îstifa kiriye.
Çavkaniyên wezaretê jî ev agahî piştrast kirin.