18 Cotmeh 2016•Rojanekirin: 18 Cotmeh 2016
ANKARA
Serokomar Erdogan: "Sebebeke wê heye ku em îro dibêjin, 'Li ser Mûsilê berpirsiyariyeke me heye, ji ber hindê emê hem li ser masê bin hem jî li qadê bin'. Em hema jixweber vî tiştî bona gotegotan nabêjin. Tu yê ji mesafeyeke bi sedan kilomêtro dûr derkevî û werî, ev bona te heq e, çi ye, Bexdayê gazî kiriyê. Baş e lê 350 kilomêtro sînorê min bi vir ra heye, her kêlî gefxwarin heye. Li vir berpirsiyariyeke min e dîrokî heye, ji ber hindê emê li vir bin. Emê hem li ser masê bin hem jî li qaê bin."
Serokomar Erdogan: "Dema niha tiştên li Sûriye û Iraqê diqewimin dewam dikin, divê nifşên nû gelek tiştan pir baş bizanibin. Gelo Mîsaqa Milî çi ye? Divê em vê baş bizanibin. Heke em Mîsaqa Milî baş hîn bibin, emê berpirsyariya me ya li Sûriyeyê û ya li Iraqê jî fêm bikin. Çavê me ne di erdê Sûriyeyê da ne jî di erdê Iraqê da heye. 780 hezar kîlomêtreqere erd têra me dike. Bi tenê bira tu kes çav berî erdê welatê me nede, ev bes e."
Serokomar Erdogan, "Her kî PKKê wek 'rêxistina ku mafên birayên me yên kurd diparê ze' bibîne ez ji aqilê wî dikevim şikê. Her kî FETOyê wek 'tevgereke ku ji merivên di halê xwe da' pêk bibîne ez bi tenê ji nênrîna wî na ji nêta wî jî dikevim şikê. Nêta min baş bû min wek 'bînê wê îbadet, orta wê ticaret û tawanê wê jî îxanet' didît lê belê 'îbadeta binî' jî êdî xirab bû. Êdî ez nikarim wê jî bêjim. Çima? Piştî evqas karî heke binî vê nebîne û hesab nepirsê bira li qisûrê me nenênirin. Her kî DEAŞê wek encama dînamîkên herêmê bibîne ya tiştekî nizane yan jî derdekeê wî yê din heye."
Serokomar Erdogan: "Em hin xeberan dibihîzin ku li hin zanîngehên me grûbên ku bi rêxistinên terorê ra têkildar in hene û zextê didin ser xwendekarên me yên ku fikrên wan cuda ne. Em ê destûrê nedin tu teşebusê ku mafê perwerdeya ciwanên me were astengkirin. Înşallah em ê serdema pêşiya me van pirsgirêkan çareser bikin û gavan biavêjin û bigihêjin encamekê. Di vê mijarê da berpirsiyariya mezin dikeve ser milê zanîngeh û mamosteyên zanîngehên me û dikeve ser milê ciwanên me."