DIYARBAKIR
Hevserokê Giştî yê HDPyê Selahattîn Demirtaş got ku "Li gor teamulan partiyên ewil ên ku dê hevdîtinên koalîsyonê bikin AKP û CHP ne. Ev her du partî heke di prensîbên ku em jî dipejirînin de li hev bikin, em ji bo ku ev koalîsyon baş û lez bixebite dê di nav hevkariyê de bin û piştigirî bidinê."
Demirtaş bi hin parlementer û şaredarn re li navçeya Yenîşehîrê di kona ku Şaredariya Mezin a Diyarbekirê li Qada Şêx Seîd danî de bi welatiyan re fitar kir.
Demirtaş oiştî fitarê daxuyanî dan rojnamevanan û got ku remezan pêvajoya bibîrxistina birçîbûn û terbiyekirina nefsê tenê nîne, di heman demê de pêvajoya têkoşîna bi birçîbûn û xîzaniyê re ye.
Demirtaş got ku "Pêvajoya baştir fehmkirina wê pêvajoyê ye. Heke ne em ne tenê ji bo ku xwarina xwe bi xîzanan re parve bikin an jî fehm bikin ka birçîbûn tişteke çawa ye rojî nagirin." û axaftina xwe wiha berdewam kir:
"Heke em di baweriya divê birçîbûn ji ser rûyê erdê bê rakirin de bin, divê em meha Remezanê bikin wesîleya vê yekê. Em wek kes û siyasetmedarên ku di berpirsyariya xilaskirina xîzaniyê de ne ji bo ku wateya rojiyê baştir fehm bikin, divê bêtir bi xîzanî û birçîbûnê re têbikoşin. Em divê pergaleke civakî ya ku her kes bi keda xwe bikare xwarineke helal bixwe, ava bikin."
-"Em dê karên wan hêsan bikin"
Hevserokê Giştî Demirtaş li se rpirsên der barê koalîsyonê de got ku li gor teamulan Serokomar dê peywira hikûmet avakirinê bide parlementerekî partiya ku di hilbijartinê de bû yekemîn û da zanîn ku ew parlementerê ku ev peywir girt ser milê xwe jî dê pêşniyaza koalîsyonê li partiya ku di hilbijaritnê de bû duyemîn bike.
Demirtaş got "Li gor teamulan partiyên ewil ên ku dê hevdîtinên koalîsyonê bikin AKP û CHP ne. Ev her du partî heke di prensîbên ku em jî dipejirînin de li hev bikin, em ji bo ku ev koalîsyon baş û lez bixebite dê di nav hevkariyê de bin û piştigirî bidinê." û axaftina xwe wiha berdewam kir:
"Tişteke wekî em ê îllim di nav wê koalîsyonê de cî bigirin, tune. Em ê karê wan hêsan bikin lê vir mijara herî hesas prensîb in. Mijara parvekirina wezîrî û meqaman nîne. Wek mînak gelo dê destûreke bingehîn a nû, sivîl, azadîxwazî bê çêkirin an na? Bêy ku şeht li pêvajoya çareseriyê bikeve dê aştiya mayînde bê pêkanîn an na? Gelo dê şûna qanûnên ewlehiyê qanûnên demokratîk û azadixwaz bên çêkirin an na? Qanûna Partiyên Siyasî, benda hilbijartinê, mafên jin û zarokan, ekolojî ev hemû helwestên prensîbî ne."
Demirtaş qal kir heke protokola koalîsyonê ya ku dê ev her du partî ava bikin wisa berfireh be ku prensîbên wan jî di nav de cî bigire, ji bo serkeftina vê bernameya hikûmetê dê piştgirî bidinê û di nav hevkariyê de bin.
-"Koalîsyon felaket nînin"
Demirtaş qal kir her kesê ku deng da HDPyê ji bo ku ev prensîb bên tetbîqkirin piştgirî da û axaftina xwe wiha berdewam kir:
"Em jî ji bo ku ev prensîb bên tetbîqkirin dê li parlementoyê hewl bidin. Ji bo ku Tirkiye bêhikûmet nemîne çi ji destê me bê em ê bikin û hemû hewla xwe nîşan bidin. Divê ji koalîsyonan netirsin, koalîsyon felaket nînin. Heke tenê serê xwe kesek welêt bi rê ve bibe ev felaketek e. Koalîsyon di heman demê de ji bo pêşketina çanda bihevrejiyan, xebat û têkoşînê derfetek e."
-"Welêt şer naxwaze, aştiyê dixwaze"
Demirtaş destnîşan kir ku li pişt prensîbên ku beriya hilbijartinê eşkere kirin in û hê jî li cihê xwe ne û wiha axivî: "Tirkiye dê bêhikûmet nemîne, muheqeq dê formulasyoneke hikûmetê derkeve lê hikûmeteke çawa derkeve bila derkeve, dê hikûmeteke şer li vê welatê peywir neke. Hikûmetên ku piştgirî didin şer, şer ferz dikin di parlamentoyê de dê nexebitin."
Demirtaş got di hilbijartinê gel ji bo ku bi rêbaza diyalogê aştî bê pêkanîn peywir da partiyan û axaftina xwe wiha berdewam kir: "Welêt şer naxwaze, aştiyê dixwaze. Civak pevçûn û rageşiyê naxwaze, aramiyê dixwaze. Heke em jî siyasetmedarên ku ji bo pêkanîna vê hatine hilbijartin bin, em ê destê xwe bixin nav agir ."
-"Heke hûn koalîsyonê nîqaş bikin ev yek saya me ye"
Demirtaş got ku parlementerên hin partiyan çiqas hevpeyvînek bidin heqaretê partiya me dikin, meşrûiyeta partiya me nîqaş dikin û wisa dest bi axaftinê dikin.
Demirtaş axaftina xwe wiha qedand:
"Tê zanîn ka kîjan partî ye. Heke HDP ji bendê derbas nebûya, we dê niha nekariya ku nîqaşa koalîsyonê filan bikira. Hûn bi saya me koalîsyonê nîqaş dikin. Heke em ji bendê derbas nebûna, hûn dê di bin tehakuma AKPyê de binaliyana. We dê wek birêvebiriya partiyê ne li ser koalîsyonê li ser serokê giştî yê nû nîqaş bikira. Muxtemelan dê dê serokên we yên giştî îstifa bikirana. Heke hûn niha koalîsyonê nîqaş bikin ev yek saya serê me ye."