Hevserokên Giştî yên HDPê Selahattîn Demirtaş û Fîgen Yuksekdag li Meclisê bi Hevserokê Koma Keskan ya Parlementoya Ewropayê Rebecca Harms ra hevdîtin kir. Demirtaş piştî hevdîtinê pirsên rojnamegeran bersivandin.
Demirtaş got ku hevdîtin li ser xêrê bin.
Demirtaş qala hilbijartinê kir û wiha axivî:
"Gel di vê hilbijartinê da ji bo çareserkirina pirsgirêka kurdan firsend da me ku em rola xwe bilîzin da ku aştî çêbibe. Encama hilbijartinê ji aliyê herêmî va jî berpirsiyariyek da me. Sûriye û Iraq di serî da, ji bo aştiyê çi bikeve li ser milên partiya me em ê bikin. Bila gumana kesî ji vê tunebe. Heyama hilbijartinê li paş ma. Hilbijartin nabe sedema doza xwînê û dijmintiyê. Em bi tu awayî wiha nefikirîn. Em amade ne ku her mijarî bi her kesî ra bi awayekî semîmî nîqaş bikin. Heyeta AK Partiyê sibê tê ziyaretiya me. Em ê her mijarê bi wan ra jî nîqaş bikin, fikra xwe bibêjin û wan guhdar bikin. Ka em ê binhêrin bê ka wê çi derkeve. Ez hêvî dikim ku ziyareta sibê cardin rê li ber pêvajoya çareseriyê veke. Em ji bo vê amade ne."
"Em hemû li vê derê emanetçî ne"
Demirtaş li ser pirsa 'partiya we hertim derveyî denklema koalîsyonê tê girtin, gelo sedema vê çi ye' got:
"Me ev helwest û êrîşên li ser partiya me bi tu awayî qebûl nekir, em nakin jî. Hedê tu kesî nîne ku li ser meşrûiyeta partiya me nîqaşê bike. Îradeya gel, îradeya millî emanetê xwe teslîmî me kiriye. Weke partiyên din em ê li vê derê xwedî li wî emanetî derkevin. Ev wezîfeya me ye. Gel heta hetayê îradeya xwe teslîmî me nekiriye. Em hemû li vê derê, li parlementoyê emanetçî ne."