ANKARA
Wezîrê Karên Derve Mevlut Çavuşoglu bi Wezîrê Karên Derve yê Polonyayê Grzegorz Schetynayê ku hat Tirkiyeyê re li Wezareta Karên Derve pêşî rû bi rû pişt re di nav lijneyan de hevdîtin kir û piştî hevdîtinan civîna çapemeniyê ya hevpar li dar xist.
Daxuyaniyên Serokwezîrê Herêma Kurdistana Iraqê (HKI) Nêçîrvan Barzanî yên wekî 'Tirkiye jî divê teqez di operasyona Mûsilê de cî bigire' hat bibîrxistin. Çavuşoglu li ser vê yekê wiha axivî:
"Li Mûsilê di têkoşîna li dijî DÎŞIyê de xwedîlêderketina herêmî û neteweyî gelekî girîng e. Berî her tiştê hewce dike ku di navbera Bexda û Hewlêrê de yekîtiya hêzan bê kirin. Bi heman awayî di serî de sunî divê piştgiriya hemû aliyên civakê bê sitandin û ji nû ve jêbaweriya wan bê bidestxistin. Têkoşîna bi van hêzan tenê dibe ku bibe pevçûneke mezhebî û dibe ku nêrîneke wiha çêbe. Em hin nîşaneyên vê jî dibînin. Em ji serî heta niha piştgiriyê didin pêşmergeyan. Me bi taybetî di mijara perwerdekirina wan de temînat da. Lêbelê mixabin Iraqê hê jî nikare vê teşekulê temam bike."