Hevserokê Giştî yê HDPê Selahattîn Demirtaş got ku dê di 7ê hezîranê de ji sandiqan aştî, azadî û demokrasiya Tirkiyeyê derbikeve û wiha axivî: "Ji bo me reyek jî zehf biqîmet e, her dengek ji bo me pir bi qîmet e. Divê em bawerbin ku bi dengek bend tê derbas kirin. Guh nedin wan gotinan dibêjin 'HDPê ji zû ve bendê derbas kiriye. Xwezî dilê me rihet bûya. Hûn nebî nebî bi van gotinan dest ji berxwedanê berdin. Ji bo em bendê derbas bikin divê em milên xwe bidin milên hev du û yên ku qanî nebûne qanî bikin."
Demirtaş li Erziromê beşdarî mitînga partiya xwe ya li Qada Îstasyonê hat lidarxistin bû û xitabî gel kir.
Demirtaş wiha xeberda: "Desthilatdariya heyî, AKP ji 7an heta 70yan hemû qadên dewletê xistiye bin kontrola xwe. Dewlet, mal û milkê bavê tu kesî nîne. Dewlet malê me hemûyan ê hevpar e. Nabe ku partiyek wê bike malê xwe. Divê partiyek bidestxistina dewletê ji bo xwe neke armanc, xeletiya herî mezin a AKPyê ev bû. Ji roja ku bûn desthilatdar heta îro tenê ji bo bi destxistina dewletê hewl didin. Lê belê yên ku ev dewlet damezirand gelê Tirkiyeyê ye û dewlet bi saya gel hebûna xwe diparêze. Em hemû bacê didin dewletê û dewlet bi saya vê bacê li ser piyan disekine."
Demirtaş got ku dewlet tiştekî ji miletê, ji civatê cuda nîne û wiha dewam kir:
"Li hemû deverên Tirkiyeyê dewletê wek mal û milkê bavê xwe dibînin. Ne tenê li Enqerê li hemû gund û bajarokên 81 wîlayetan çi hebe lê xwedî derdikevin û dibêjin hemû yên me ne. Dibêjin hemû tişt yên AKPê ne. Cudakariya herî mezin ev tevgera wan dixe nava milet. Sedema herî mezin a gel dike dijminê hev du jî ev e. Gelo em ê di 7ê hezîranê de çi bikin? Em ê ji bo yên ku dibêjin 'Dewlet malê min e' bibêjin na, em ê bibêjin hûn xeletin 'dewlet ne malê we ye, dewlet malê gel e.' Em ê ji bo vê biçin ser sandiqan. HDP jî dixwaze di vê mijarê de biserbikeve. Bila kes van gotinên me şaş fêm neke, AKP dijminê me nîne, kesên ku reyên xwe didin AKPê jî ne dijminên me ne, ew birayên me ne. Lê bila bê zanîn ku heke desthilatdariyek şaşiyan bike, dema birêvebirina dewletê de edeletê ji bîr bike, heqiyê ji bîr bike û li gor heqaniyetê tevnegere divê wê demê teqez ew desthilatdarî bê cezakirin. Sindoq jî ji bo vê yekê hene. Sindoq ji bo cezakirinê hene."
Demirtaş got: "Birayên min ên erziromî ji bo cezakirina AKPê amadene gelo? Înşallah, divê em derseke baş bidine wan. Wisa bi rêya quretiyê nikarin tiştekî bi dest bixin. Divê em peyamekê bidine wan. 'Hey ew kesê xwe wek siltana dibîne, zanibe ku Xwedayê ku ji min jî ji te jî mezintir e heye. Qet wisa xwe mezin neke.' Divê em vê nîşanê wan bidin. Zanibin ku hebûna sindoqan jî ji bo vê ye."
-"Kenan Evren çû, emê bend û zagona wî jî li pey wî bişînin"
Demirtaş wiha dewam kir: "Benda hilbijartinê bixwe wekî derbeyeke li ser demokrasiyê nayê dîtin lê dibêjin derbasbûna bendê ya HDPê wek derbeyeke ser demokrasiyê ye. Ma hûn pê zanin? AKP hewl dide ku mafê me yê ku wek şîrê dayika me li me helal e, ji destê me bistîne. Hewl dide ku bi rêya rey dizînê di şûna parlementerê me de parlementerên xwe bişîne parlementoyê. Li gor wan ev hewleke demokratîk e lê xebatên me yên hilbijartinê yên ji bo derbasbûna bendê wekî defikeke navneteweyî tên dîtin. Em ê bendê derbas bikin. Bala xwe bidinê Kenan Evren çû, em ê bend û qanûnên wî jî li pey wî bişînin."
Demirtaş got ku dê di 7ê hezîranê de ji sindoqan aştî, azadî û demokrasiya Tirkiyeyê derbikeve û wiha axivî: "Ji bo me reyek jî zehf biqîmet e, her dengek ji bo me pir bi qîmet e. Divê em bawerbin ku bi dengek bend tê derbaskirin. Guh nedin wan gotinan dibêjin 'HDPê ji zû ve bendê derbas kiriye. Xwezî dilê me rihet bûya. Hûn nebî nebî bi van gotinan dest ji berxwedanê berdin. Ji bo em bendê derbas bikin divê em milên xwe bidin milên hev du û yên ku qanî nebûne qanî bikin."