VAN
Ji ber ku hewa pir germ derbas dibe dewar aciz dibin û zarokên gavan jî ji bo ku hênik bibin dewaran dixin Behra Wanê.
Li Dokuzagaça taxa navçeya Kawaşê zarokên ku gavantiyê dikin dewaran dibin dehla li ber qeraxê BehraWanê a li hemberê Girava Axtamarê. Li vir ji bo ku hênik bibin zarok heywanan dixin avê.
Piştî ku li ser çavkaniyên ava şêrîn dewaran av didin, ji bo ku hênik bibin jî zarok heywanan dixin avê û carna bixwe jî di nava avê de li wan siwar dibin û pê kêf dikin.
Ji zarokan Adem Altin di daxuyaniya xwe ya ku da peyamnerê AAyê de destnîşan kir ku dewarên wî rojê 2-3 caran di nava avê de ajne dikin. Altin got ku di serî de ew tirsiyan dibe ku heywan di avê de bixeniqin, lê demawan dît ku dewar ajne dikin, êdî wan bi dilgermî hişt ku heywan di avê de xwe hênik bikin.
Akin bal kişand dewarên wan ên ku ji ber germê bêhal dikevin, piştî ku xwe li avê dixin rehet dibin û wiha dewam kir: "Heywanên me ger 30 mêtro ji qeraxê dûr bikevin jî av ji bejna wan derbas nake. Em qet midaxele nekin jî ew dikevin avê. Carna hinek dikevin avê, lê naxwazin jê derkevin, em diçin tînin. Dema ku av ji piştawan dibore em jî diçin cam wan. Em wan baş dişûn û liwan siwar dibin û kêfa xwe dikin."