ŞANLIURFA
Li Ceylanpinara navçeya Şanliurfayê 2 polês di mala xwe de hatin şehîdkirin û der barê bûyerê de 3 kes hatin binçavkirin.
Li gor agahiyên ku hatin bidestxistin xebatên ku ekîbên Şûbeya Têkoşîna bi Terorê re ya Midûriya Ewlehiyê ya Bajêr ji bo girtina kiryarên Feyyaz Yumuşak û Okan Acarê ku li mala xwe ya li Taxa Bahçelîevlerê hatin şehîdkirin, berdewam dike.
Ekîbên polêsan di çarçoveya vê yekê de operasyon birin ser hin navnîşanên li navenda navçeyê û der barê bûyerê de 3 kes hatin girtin. Ji bo ku li serê lêkolînê bikin hin belgeyên ku li malên gumanbaran hatin dîtin birin Midûriya Ewlehiyê ya Navçeyê.
Muameleyên bersûcên ku hatin binçavkirin berdewam dikin.
Duh Feyyaz Yumuşak û Okan Acarê ku li Midûriya Ewlehiyê ya Navçeya Ceylanpinarê de peywirdar bûn, di mala xwe de hatin şehîdkirin.