Fîlma "Darbe"yê ku qala qeyrana MÎTê ya di 7ê Sibata 2012an de ji bo îfadedayînê gazî Misteşarê MÎTê Hakan Fîdan kiribû dest pê kiribû, sibê dikeve vîzyonê.
Di fîlmê de du saziyên dewletê tên hemberî hev û nîqaşa di navbera wan de tê nîşandan.
Senarîstê fîlê Avnî Ozgurelê ku bi salan e rojnameger e jî daxuyanî da nûçegihanê AAyê û diyar kir di fîlmê ku bi qasî meh û nîvekê de hat amadekirin de qamerayên taybet hatin bikaranîn.
Ozgurel destnîşan kir ku ji bo îfadedayînê gazî Misteşarê Teşkîlata Îstixbaratê ya Neteweyî (MÎT) Hakan Fîdan kirin bi tena serê xwe qeyran e û wiha pê de çû: "Ez vê yekê di nav dewletê de derbekirin qebûl dikim. Ev ji bo dîroka Tirkiyeyê ya di demên nêz de meseleke girîng bû. Lazim bû ku neyê jibîrkirin û bê qeydkirin."
Çêkeriya fîlmê TFT Fîlmê hilda ser milê xwe û derhêneriyê jî Yasîn Uslu kir. Di fîlmê de wek lîstikvanên sereke Cansel Elçîn, Erdînç Gulener, Oyku Çelîk û Şemsî Înkaya dileyîzin.