ÎSTANBUL
Civîna nirxandina pakêta demokratîkbûnê ya ku serokatiya wê Serokwezîr Erdogan kir qediya.
Civîn li Ofîsa Serokwezîrtiyê ya li Dolmabahçeyê hat kirin û Alîkarên Serokwezîr Beşîr Atalay û Alî Babacan, Wezîrê Dadê Bekir Bozdag û Wezîrê Çand û Turîzmê Omer Çelîk beşdarî civînê bûn.
Civîn bêyî beşdarbûna çapemeniyê 4 saetan dewam kir.