Utku Şimşek, Yusuf Soykan Bal
04 Tebax 2026•Rojanekirin: 04 Tebax 2026
Piştî civîna Şûreya Eskerî ya Bilind ya di serokatiya Serokomar Recep Tayyîp Erdogan da li Kuliyeya Serokomariyê hate lidarxistin, Serokomar Erdogan biryarên hatine dayîn îmze kir.
Lîsteya biryarên ku di Şûreya Eskerî ya Bilind da hatine wergirtin, li ser hesabê medyaya civakî yê Serokatiya Ragihandinê ya Serokomariyê hate weşandin.
Li gorî biryara Şûreya Eskerî ya Bilind biryar hat dayîn ku dema wezîfeya Fermandarê Hêzên Deryayî Oramîral Ercument Tatlioglu ji bo salekê were dirêjkirin.
Bi biryara Şûreya Eskerî ya Bilind ji bo Fermandariya Hêzên Asîmanî Orgeneral Rafet Dalkiran hat tayînkirin.
Li gorî vê yekê, li ser bingeha biryarên ku ji aliyê Serokomar Erdogan va hatine pesendkirin, 25 general û amîral asta xwe bilind kirin û 69 serbaz jî derbasî asta general yan amîraliyê bûn; ev guhertin ji 30ê Tebaxê va dikeve rewacê.
Dema wezîfeya 24 generalan bi qasî salekê û yên 530 serbazan jî bi qasî du salan hatin dirêjkirin.
Ji ber sînorê temen 2 general ji 1ê Îlonê pê va û 61 general û amîral jî ji ber nebûna pozîsyonên vala ji 30ê Tebaxê pê va teqawid dibin.