Nihat Kavşut
30 Rêbendan 2019•Rojanekirin: 31 Rêbendan 2019
ANKARA
Serokê Giştî yê MHPyê Devlet Bahçelî der barê biryara îstifayê ya Bînalî Yildirim da wiha got: "Ev helwesteke birûmet e. Îradeyeke zexim e ku di bin bandora propagandayê da namîne."
Bahçelî li Navenda Kordînasyonê ya Hilbijartinê çû serdana Alîkarê Serokê Giştî yê AK Partiyê û Namzedê Bajarê Mezin yê Enqereyê Mehmet Ozhasekî.
Piştî hevdîtina ji çapemeniyê ra girtî hat kirin Bahçelî û Ozhasekî daxuyanî dan.
Bahçelî der barê biryara îstifayê ya Bînalî Yildirim da wiha got: "Ev helwesteke birûmet e. Îradeyeke zexim e ku di bin bandora propagandayê da namîne."
Serokê Giştî yê MHPyê Bahçelî destnîşan kir Partiya Pêşketin û Edaletê ji bona namzediya Serokatiya Meclisê kê nîşan bide wê MHP li Meclisê piştgirî bide.
Bahçelî ji ber biryara HDPyê ku li 3 bajarên mezin namzed nîşan nade jî wiha got: "Îtifaqa zilletê di tariyê da çavên xwe ji hev ra dişkînin. Mesele eşkere bûye û gelê me fehm kiriye."