ANKARA
Serokomar Recep Tayyîp Erdogan di Lijneya Giştî ya Asayî ya TESKÊ ya 19emîn de axivî.
Di axaftina Serokomar Erdogan de ev serenav derketin pêş:
- Tirkiye welatekî wisa ye ku bêyî ku ferqûmêhliyê bike li dijî her cure teror û rêxistinên terorê ye. Me tu carî têgeheke wekî têgeha "terora Îslamî" qebûl nekir û em qebûl jî nakin.
- Duh rojnameyeke navneteweyî wêneyên min û Birêz Serokwezîr yê ku li Mizgefta Haci Bayramê hatiye kişandin, bi kar aniye û di bin de jî nivîsiye ku rêxistineke terorê ji herêma ku ew mizgeft wir e terorîstan berhev dike. Ez bi awayekî gelekî eşkere dibêjim, ev yek bi gotina herî sivik bê edebî ye, namerdî ye û rezîlî ye.
- Hayjixwenebûn e ku Tirkiyeyê wek welatekî ku piştgiriyê dide terorê nîşan didin. Wey Tirkiye neftê distîne, wey Tirkiye çekan dide, li nexweşxaneyan birîndaran derman dike. Wezîrê min ê vejenê çendîn caran ev yek eşkere kir, me jî eşkere kir tiştekî bi vî awayî qethiyen tune.
- Ji bo me 49 kesên ku li Mûsilê hatine dîlgirtin ji her tiştî girîngtir e. Em mecbûr in ku dema biaxivin baldar bin. Ji ber ku em di meqamê mesûliyetê de ne. Em mecbûr in ku hesasiyeta 49 kesan bidin ber çavan û li gor wê tevbigerin. Em dibêjin ku bila partiyên siyasî û çapemeniya vî welatî jî heman hesasiyetê nîşan bidin.
- Pêvajoya çareseriyê
Em ê qîmetê nedin sabotajan, li hin navçe, wîlayetên me ji bo xirabkirina pêvajoya çareseriyê, teleyên bi armanca sabotajê hatinen danîn hene, em ê nekivin van defikan.
Bila tu kes hêviya xwe winda neke. Bila tu kes bi tehrîkên ji bo xirabkirin, sabotekirina pêvajoya çareseriyê û tevlihevkirina hişê gel nexape. Li pêşiya Tirkiyeyê ji bilî çareserkirina vê pirsgirêkê tu rêyeke din tuneye û înşaellah Tirkiyeyê ev pêvajoya ku ji bo çareserkirina vê meseleyê daye destpêkirin bi hêzdarkirin biqedîne.
- Tirkiyeya nû
Dema em dibêjin Tirkiyeya Nû, ya rastî em berê xwe didine eslê dîrok û şaristaniya xwe, ango wanê hatine jibîrkirin ji nû ve bi bîr tînin.
Tirkiyeya nû modeleke pêşketinê ya bêrehm, hov û bêwijdan nîne. Modeleke wisa ye ku şertê wê Tirkiyeyeke ku gumrahiyê di pîvana wijdanê ya adil de dipîve û wisa belav dike.