Alîkarê Serokê Giştî yê AK Partiyê Mehmet Alî Şahîn wiha got: "Em plan dikin ku xebatên nirxandina xebatên hilbijartinê û xebatên diyarkirina nexşerêya der barê pêvajoya ku dê dest pê bike roja çarşemê bi Lijneya Birêvebirina Biryarê ya Navend (MYK) , roja pênçşemê jî bi Civîna Serokbajêran a Berfirehkirî bikin."
Şahîn piştî civîna ku Serokê Giştî yê AK Partiyê û Serokwezîr Ahmet Davutoglu bi Lijneya Wezîran û endamên MYKyê re kir, li ber Navenda Giştî ya AK Partiyê daxuyanî dan rojnamevanan.
Şahîn got ku wek AK Partî li hember vîna ku gel nîşan da û biryara ku da gelekî rêz digirin, bi encamên hilbijartinê li gor şeklên hikûmetê yên ku ev 13 sal in li Tirkiyeyê tên tetbîqkirin pêvajoyeke nû dest pê kir.
Şahîn qal kir ku dê di vê pêvajoyê de bi berpirsyarî tevbigerin û axaftina xwe wiha berdewam kir:
"Em dibêjin ku bila dilê gelê me rehet be. Em li gor hilbijartina dawîn wek partiya herî mezin û hêzdar a Tirkiyeyê dê polîtikaya xwe ya ku berjewendiyên welêt ji ser her tiştî re digire, berdewam bikin. Ev xebatên me yên îstişareyê ango em plan dikin ku nirxandina xebatên hilbijartinê û xebatên diyarkirina nexşerêya der barê pêvajoya ku dê dest pê bike roja çarşemê bi Lijneya Birêvebirina Biryarê ya Navend (MYK) , roja pênçşemê jî bi Civîna Serokbajêran a Berfirehkirî bikin. Îxtimalek mezin jî em dê hefteya bê bi hevalên xwe yên parlementer ên ku hatin hilbijartin re bên bal hev. Em dixwazin ku bi hevalên xwe yên ku vê heyamê nehatin hilbijartin yên ku em dikarin bibêjine wan "ên berê" re jî ji nû ve bên bal hev û bi wan re hem encamên hilbijartinê hem jî pêvajoya ku dê dest pê bike binirxînin."
Şahîn li ser pirsa "Gelo di civînê de hûn li ser hilbijartina zû an li ser koalîsyonê axivîn?" got ku "Ez niha dê bersivê nedim vê pirsê. Ji ber ku di vê mijarê de xebatên me yên nirxandinê berdewam dikin. Dibe ku di encama van hemû xebatan de Serokê me yê Giştî, Serokwezîrê me encama van nirxandinên ku em bi raya giştî re dikin, parve bike."
Şahîn da zanîn ji ber ku xanima Beşîr Atalayê Arîkarê Serokê Giştî yê AK Partiyê û Berdevkê Partiyê di unîteya nexweşiyên giran de ye, wî daxuyanî da.