İbrahim Atmaca
16 Nîsan 2018•Rojanekirin: 17 Nîsan 2018
ÎSTANBUL
Serokomar Recep Tayyîp Erdogan li Hotela Hîlton Îstanbul Bomontiyê di Kongreya Teşebuskariya Global da axivî.
Serokomar Erdogan destnîşan kir ku abor par ji sedî 7,4 mezin bû û bi vê rêjeyê va Tirkiye di nav G20î da bû yekemîn, di nav welatên OECDê da bû duyemîn û wiha dewam kir:
"Tirkiye berê di nav welatên G20î da nebû. Lê em vê gavê di nav welatên G20î da cih digrin. Dema ku meriv li teqrîba ji sedî 2,4an a Yekîtiya Ewropayê dinhêre, serkeftina mezinbûnê ya Tirkiyeyê wê baştir were fêmkirin. Dahata me ya millî nêzî 4 qatan zêde bû û ji 236 milyar dolarî derket 860 milyar dolarî. Ev dide nîşan ku em ji ku derê hatin ku derê."
Serokomar Erdogan destnîşan kir ku Tirkiye tenê nuqteya derbasbûnê ya Asya û Ewropayê nîne û wiha dewam kir: "Di heman demê da Tirkiye ji bazirganiyê heta sanayiyê, ji perwerdeyê heta tenduristiyê, ji tûrîzmê heta çandiniyê li ser qadeke pir fireh navendeke herêmî ye ku xîtabî bi milyaran meriv û erdnîgariyeke pir fireh dike. Hedefa me ew e ku em vê weziyeta xwe bi awayê herî baş binirxînin û welatê xwe têxin nav 10 aboriyên herî mezin ên dinyayê. Ji bo vê em biryardar in ku zêdetir veberhênanê bikin, hilberînê zêdetir bikin, îxracatê zêdetir bikin û îstixdamê zêdetir bikin û li ser rêya xwe bimeşin."
Serokomar Erdogan: "Nuha di ruhê IMFê de wesayetgerî heye. Gelek welatên hejar ji ber ku ji vê têgehiştina wan a wesayetgeriyê xilas nebûne, nal nala wan e di nav lepê wan de."
Erdogan li ser rewşa Sûriyeyê sekinî û wiha got:
"Tiştên ku li Sûriyeyê diqewimin em ê bi çi îzah bikin. Li Sûriyeyê pêvajoyeke 7 salan heye. Di nav vê pêvajoya 7 salan da ev hêzên emperyal gelo ji Sûriyeyê çi qas meriv kişandin birin. Nebirin. Lê Tirkiye vê gavê 3 milyon û nîv însanî li welatê xwe xwedî dike, mazûvaniya wan dike. Lê wan çi kir? Ew hatin qala 'Çeka kîmyayî' kirin, lê dan. Ew zarokê tên cem me. Ez dibînim ku ew zarok di çi halî da nin. Lê yên din vê nabînin. Tenê gotinekê dibêjin. Ji ber ku çeka kîmyayî hat bikaranîn, me lê da. Ez jî dibêjim ku 'Hûn çima li ser çeka kîmyayî tenê disekinin, hûn çima qala çeka konvansiyonel nakin'. Heke ku bi çeka kîmyayî va kesek hatibe kuştin bi çeka konvansiyonel va 10 kes hatin kuştin. Ji ber vê yekê miriyên ku bi çeka konvansiyonel hatin kuştin dayne alîkî, tenê li miriyên ku bi çeka kîmyayî hatin kuştin binhêre. Edaleteke wiha dibe?"
Erdogan diyar kir ku wan gelek caran ev mijar anî rojeva civînên navneteweyî, lê kesî pên qurişê xwe pê neda û wiha dewam kir:
"Yadin hêsan e lewra. Em dibêjin ku ka werin em li vê dinyayê temelê aşitiyê biavêjin. Bila em wisa ji reşkorî ve van welatan bordûman nekin. Em bombên bermîlan nebarînin. Dema ku em berdela vê hesab dikin gelek reqamên mezin ji bo vê hat xerckirin, lê ji aliyekî din va jî sefalet heye mixabin. Ev dinya ji bo me rewa ye? Dema tê ser peyvê, (dibêjin) 'Aşitî, aşitî, aşitî.' Ev aşitiyek çawa ye? Were vêderê bordûman bike û pey re bêje 'aşitî'. Bila aşitiya wisa tune be. Bila em rastgo bin. Bila em dilsoz bin."
Serokomar Erdogan li ser armancên operasyonan kir û wiha got: "Çavê Tirkiyeyê di axa kesî de tune. Du armancê operasyonên me hene. Yekem; jiholê rakirina tehdîdên dijî welatê me. Duyem; ji bo penaberên ku li Tirkiyeyê jiyana xwe derbas dikin em li Sûriyeyê herêmeke ewledar, aram û xweş ava bikin."