18 Rêbendan 2017•Rojanekirin: 18 Rêbendan 2017
NEW YORK
Serokê berê yê DYAyê Bîll Clînton bi bernameya Serokatiyê ya ku di 1995an de derxistibû, ji bo zelalbûnê mecbur kiribû ku belgeyên herî kêm 25 salên wan qediyane ji raya giştîre bên vekirin.
Li ser vê biryarê Teşkîlata Îstixbarata Navendî (CIA) amadehiyên xwe kir û belgeyên veşartî eşkere kir û li ser înternetê vekir. Lê kesên ku dixwestin bigihêjin belgeyan divê biçûna Arşîva Neteweyî ya li Marylandê. Her wiha ji bo belgeyan tenê 4 komîturên hatibûn amadekirin.
Lê belê her çiqas bi zor û zehmetî digihaştin belgeyan jî, ji milyonekê zêdetir belge ji kompîturan hat bidestxistin.
Li ser rexneyên raya giştî CIA sala borî soz da û belgeyên ku hatin eşkere kirin li ser înternetê ji hemû kesan re vekir.
Ji 11 milyon belgeyan zêdetir belge ku di nav de Şerê Koreyê, Heyama Şerê Sar, ufo, telepatî jî hene, êdî li ser înternetê ji hemû kesan re hat vekirin.
Hemû kes di înternetê de bi lînka "https://www.cia.gov/library/readingroom/collection/crest-25-year-program-archive" dikarin bigihêjin belgeyên CIAyê.