Nihat Kavşut
03 Gulan 2018•Rojanekirin: 03 Gulan 2018
Serokwezîr Yildirim: "Saziyeke nirxandinê beyî ku di bername û rojeva wê da hebe şevekê ji nişkê va notê Tirkiyeyê kêm kir. Meriv li hincetan dinihêre tiştên badilhewa ne. Bi rastiyên Tirkiyeyê ra li hev nakin û bi temamî siyasî ne. Di heyameke ku dixwazin zirarê bidin AK Partiyê senaryoyeke hûnandî ye. Ji bona me tu qîmeteke notê we tuneye. Ji bona me not notê gel e. 24ê Hezîranê da wê notê hewce dike bide."
Yildirim: "Hûn li hember şebekeyên bêbextiyê li demokarsî û Tirkiyeyê xwedî derketin. Tirkiye bêyî ku bikeve turbulansê heta roja îroyîn hat. Wek Serokwezîrê Hikûmeta 65emîn yê Komara Tirkiyeyê û serokwezîrê dawîn li ser nav û gelê xwe sipasiya we dikim."
Yildirim destnîşan kir 5 hezar û 997 jê mêr û hezar û 332 jê jin bi tevahî 7 hezar û 329 kes ji bona bernamzediyê sêrî li AK Partiyê xist û got ku ev rekorek e.