Ekip
31 Rêbendan 2018•Rojanekirin: 01 Sibat 2018
ANKARA
Serokwezîr Bînalî Yildirim, li ser daxuyaniyên Serokomarê Fransayê Emmanuel Macron ên der barê Operasyona Çiqlê Zeytûnê de got: "Ji bo ku fêm bikin em dixwazin li Efrînê çi bikin, li wê qada 2 hezar kîlometre çargoşe ya li ser xeta Minbic, Cerablus û Ezazê ya Operasyona Mertalê Feratê binihêrin bes e. Nirxandinên ji bilî vê ne rast in."
Yildirim, piştî hevdîtina digel Serokwezîrê Libnanê Seed Herîrî li Koşka Çankayayê civîna çapemeniyê ya hevpar li dar xist û der barê rojevê de nirxandin kirin.
Ji bo operasyona ku didome Yildirim wiha axivî:
"Hemû dinya dizane û divê bizane ku Tirkiye bi tu awayî bi mantiqê îşxalê hereket nake. Heke meriv li Mertalê Feratê binihêre wê were dîtin. Ji nav Tirkiyeyê bi roketan êrîşa dijî welatiyên li Tirkiyeyê, hizr û ramana dînan e. Kenê miriyan pê tê."
Daxuyaniyên Serokomarê Fransayê Emmanuel Macron ên der barê Operasyona Çiqlê Zeytûnê de jî wiha nirxandin:
"Ji bo ku fêm bikin em dixwazin li Efrînê çi bikin, li wê qada 2 hezar kîlometre çargoşe ya li ser xeta Minbic, Cerablus û Ezazê ya Operasyona Mertalê Feratê binihêrin bes e. Nirxandinên ji bilî vê ne rast in."