ANKARA
Alîkarê Serokwezîr Yalçin Akdogan got: "Kesên ku li Stenbolê kuştina polêsekî, li Erebistana Siûdî kuştina 3 leşkeran, li Sanayê kuştina 35 kesan nekin nav rojeva xwe, nikarin li dijî terorê berxwedana hevpar bikin."
Akdogan li ser hesabê xwe yê Twîtterê wiha nivîsî:
"Ew bewariyên ku li Rojhilata Navîn demoratîkbûn fetisandine, li Rojava jî nîjadperestiyê, fanatîzm û bêtehamuliyê dikin mêjiyê milet. Tirkiye welatekî mînak e. Li Tirkiyeyê çandeke hevpar, bi xweşbînî û beşdarbûna demokrasiyê bi hêz bûye. Projeya Îtifaqa Medeniyetê ya ku Tirkiyeyê da destpêkirin, li hemberî cudakirina çandan, şer, bêtehamulî û nîjadperestiyê wekî panzehirê ye. Kesên ku li Stenbolê kuştina polêsekî, li Erebistana Siûdî kuştina 3 leşkeran, li Sanayê kuştina 35 kesan nekin nav rojeva xwe, nikarin li dijî terorê berxwedana hevpar bikin. Divê li hemberî terorê, rewşa civakî û aborî ya dibe sedema van bûyeran tewdîrên berfirehtir bên hildan."