TEKÎRDAG
Serokwezîr Recep Tayyîp Erdogan di merasima vekirina giştî ya li Kolana Hikûmetê ya Tekîrdagê xitabî gel kir.
Erdogan diyar kir ku dê îro li Tekîrdagê û navçeyên wê tenê yê vekirina fermî ya xizmetên ku di nav 3 salan de hatine kirin, bikin û wiha axivî: "Dê îro xizmetên ku bi 318 trilyonî hatine çêkirin bikevin xizmeta Tekîrdagê." Erdogan di berdewiyê de wiha axivî: "Tekîrdag êdî bajarê mezin e. Dema me digot 'dê Tekîrdag bibe bajarê mezin', di serî de CHP, mixalefetê digot 'tiştekî wiha ne pêkan e.' Niha pir mereq dikim, ev mixalefet di 30ê Adarê de dê çawa were Tekîrdagê? Dê çi bibêje? Dê bibêjin 'em bajarê mezin baştir îdare dikin'."
"Navê vê ne azadî ye"
Erdogan der barê belgeyên Lijneya Ewlehiyê ya Neteweyî de jî wiha got: "Derket holê ku belgeyên civîna Lijneya Ewlehiyê ya Neteweyî ku ev belge taybet û veşartî ne, hatine eşkerekirin. Yên ku hikûmetê sûcdar dikin, ez dixwazim bangî wan bikim; beriya her tiştî we ev belge çawa bidest xistin û we da meriv û alîgirên xwe. Li gor makezagonê ev sûc e. Heger ji bo fikr û ramanan qedexe hebin, em li dijî vê ne, lê mehremiyeta dewletê jî heye, mafê tu kesî nîne ku vê mehremiyetê eşkere bike. Mehremiyeta mirovan jî heye û mafê tu kesî tuneye vê mehremiyetê eşkere bike. Ji ber vê jî him Serokwezîrtî, him Lijneya Ewlehiyê ya Neteweyî û him jî Rêxistina Îstixbaratê ya Neteweyî gilî kirine."
Serokwezîr Erdogan wiha berdewam kir: "Ez dinihêrim hin saziyên medyayê pişta xwe dane hev, heta duh jî nedihatin cem hev, lê niha tên cem hev. Vê jî wekî azadî nîşan didin, navê vê azadî nîne, navê vê bêbextî ye."