Di daxuyaniya Lijneya Rêvebirina Navendê ya (LRN) HDPê di wiha hat gotin: "Tiştê ku hewce dike ew e ku divê polîtîkayên pevçûnê daynin aliyekî, rê û rêbazên çareseriya aştiyê ji nûve bikin rewacê. Barê her roja ku Pêvajoya Çareseriyê ne di rewacê de ye ji bo gelê me pir giran e."
LRNya HDPê bal kişand ser pêvajoya ku roj bi roj şer, pevçûn, mirin, kuştin û tesîra tundiyê zêde dibe û daxuyaniyê bi van hevokan dewam kir: "Lazim e ku di demeke kurt de polîtîkayên çareseriyê bên amadekirin, lê yên ku di birêvebirina welêt de berpirsyar in di şûna vê de li ser siyaseta ku wê kaosê zêdetir bike israr dikin. Wezîfeya Serokwezîr ew e ku polîtîkayên çareseriyê bide destpêkirin û wezîfeya parlementoyê ne ew e ku derkeve betlaneyê û divê di vê demê de rêyên çareseriyê pêşkêş bike. AKP ji bo xebatên parlementoyê rê digire û pêvajoya bi şer û pevçûnê ve kûr dike."
Di daxuyaniya de ev hatin gotin: "Pêvajoya Çareseriyê bi destê kesên ku dewletê û welêt birêvedibin ve hat sekinandin. Parlementoya ku di vê dema her roj hin kes dimirin de divê rêyên çareseriyê pêşkêş bike ji ber hewlên AKP û MHPyê di tetîlê de ye. Di ser de jî pêşniyara ji bo lêkolîna bûyera qirkirinê ya li Sirûcê dîsa bi rayên AKP û MHPyê ve hat redkirin û wan ji bi bincilkirina qirkirinên ÎŞIDê destê xwe bilind kir. Serokwezîrê berwext jî şer û pevçûn danîne aliyekî bi şev û roj êrîşî HDPê dike, heqaretê dike, gefê dixwe û wek hedef nîşan dide. Ew kesê ku divê nûnertiya meqamê Serokomariyê bike jî ji Çînê êrîşî HDPê dike. Li hemberî Hevserokê me yê giştî heqaret tên kirin. Him Serokomar û him jî Serokwezîr dixwazin hesab ji HDPê bipirsin û berdêlê bi wê bidin dayîn. Em bi bîra wan kesên ku dixwazin ji HDPê hesab bipirsin bixin, hûn ne di meqamê hesabpirsînê de ne, hûn di meqamê hesabdayînê de ne û mecbûr in jî. Ew zihniyeta ku dixwaze heyfa hilbijartina 7ê Hezîranê hilîne û ji xwe re deriyê desthilatdariya bitenaserêxwe veke dest bi vê pêvajoya şer û pevçûnê kir û ew mecbûr in ku hesabê van kirinên xwe bidin.
Alîkarê Serokwezîr Yalçin Akdogan gotibû "HDPê ray hildan û çareseriyê jî ji me hêvî dikin" û li ser vê hevokê jî hat gotin ku bi vê gotinê jî hatiye îtirafkirin ku Pêvajoya Çareseriyê çima qedandine û ev yek derdikeve holê.