Navenda Kordînasyona Serokwezîriyê daxuyand ku li 16 bajaran di operasyonên li dijî rêxistina DAEŞ û PKKê de 297 kes hatin binçavkirin.
Di daxuyaniya Navenda Kordînasyonê ya Serokwezîriyê de wiha hat gotin:
"Li 16 bajaran ji bo gelek kesên ku li dijî welatiyan û hêzên me yên ewlehiyê çalakiyên biçek kirine û îhtimal e ku çalakiya bikin, operasyon hat kirin. Bi vê çarçoveyê heta niha 297 kesên ku endamên rêxistinên terorê ne, hatin binçavkirin. "