Serokomar Recep Tayyîp Erdogan diyar kir her ku sîstema metroya Stenbolê bi projeyên nû ve xwe berfirehtir dike ve dê çûn û hatin ji bo Stenboliyan ne eziyet dê bibe kêf û wiha domand: "Ev tor û heleqa gihandinê ya mezin a ku digîje her qûncê bajêr dê nirxa marqe û cazîbeyê ya Stenbolê jî zêdetir bike."
Serokomar Erdogan di axaftina xwe ya li merasîma vekirina Xeta Metroya Levent-Rûmelî Hîsarustuyê de got ku xeta nû ya metroyê ji Stenboliyan re bixêr be û ji ber ku xeta nû ya ku ji 3 hezar û 104 mêtro dirêjahiyê pêk tê, tevî xeta metroya Stenbolê kirin ji Wezareta Gihandin, Behrevanî û Ragihandinê û Şaredariya Mezin a Stenbolê û kesên ku di projeyê de keda wan çêbû, spas kir.
Erdogan diyar kir bi vekirina her xeteke nû ya metroyê ya li Stenbolê ve ew nêzîkê hedefa xwe dibin ku dê Stenbolê jî di dinyayê de bibe yek ji wan bajarên ku xwedî sîstema herî dirêj a rayê ne.
"Bira li vî welatî berhemeke we jî hebe"
Erdogan diyar kir ku xebata çêkirina Pira Yavûz Sûltan Selîm jî didome û dê li ser vê pirê jî 4 çûn, 4 hatin û di navê de jî dê sîstema rayê hebe û wiha xeberda: "Heta ji vê jî aciz bû. Kî? Mixalefet. Ka bira li vî welatî berhemeke we jî hebe. Ji ber ku ev ji bo xerakirinê hatin vî welatî, ne ji bo avakirinê."
Serokomar Erdogan destnîşan kir ku aniha sîstema bi ray ya li Stenbolê zêdetirî 144 kîlomêtroyan e û wiha domand: "Hedefa me ew e ku bi projeyên ku dimeşin û yên ku ber amadekariyê ne ve di sala 2019an de ev dirêjahî bigîje 430 kîlomêtroyan. Em baş dizanin ku bajarekî giran ê mîna Stenbolê ancax bi projeyên wiha ve dikare pirsgirêka xwe ya çûn û hatinê çareser bike. Di vê armanca xwe de em gelek rê çûn. Em mecbûr in bi çûn û hatina giştî re eleqedar bibin. Ev tor û heleqa gihandinê ya mezin a ku digîje her qûncê bajêr dê nirxa marqe û cazîbeyê ya Stenbolê jî zêdetir bike."
Serokomar Erdogan herwiha di axaftina xwe de diyar kir ku ji bo siberoja xwe projeya ku pêdiviya Tirkiyeyê pê heye ne koalîsyon, sîstema serokatiyê ye û wiha dewam kir: "Ji ber ku koalîsyon krîz e û bêkarî ye. Koalîsyon, tê wateya Tirkiyeya kevn. Ew kapê rizî yê koalîsyonê nikare wan xelas bike. Koalîsyon kabûs e. Proje, ji bo Tirkiyeya nû Destûra Teze û sîstema Serokatiyê ye. Ez dibêjim ku 400 parlementer û Sîstema Serokatiyê."