Nihat Kavşut
16 Cotmeh 2018•Rojanekirin: 16 Cotmeh 2018
TBMM
Serokê Giştî yê MHPyê Devlet Bahçelî: "Meriv ji serokê dewletekê ku qîmeta keşeyekî û Tirkiyeyê wek hev dibîne û gorî keşeyekî li Tirkiyeyê dinihêre bawer nake. Divê neyê jibîrkirin zimalekî ku qîmetê nede me û em wî wek însan jî nabînin."
"Şexsekî ku têkiliya wî ya bi rêxistinên terorê ra eşkere ye, misyonerekî ku ji ber sûcê sîxuriyeyê hatiye girtin beriya ku 2 salên wî temam bibe hatiye berdan. Berdana wî wê çawa bi rêgezên edaletê bê îzahkirin? Ji bo biryara Brunsonê keşe çi bê gotin û çawa bê şirovekirin jî gelê me xemgîn û birîndar kiriye."
"Warisê rastîn yê Xazî Mustafa Kemal Ataturk gelê Tirk yê mezin e. CHPyê îro ji zû da ye rêya xwe ji Ataturk cuda kiriye. Hûn kî ne û Ataturk kî ye? Ku dera we dişibe Ataturk? Mîratxuriyeke wiha tuneye. Divê hîseyên Bankeya Îşê rasterast dewrî xezîneyê bikin."