Li gor encamên nefermî yên Hilbijartina Giştî ya Parlementeriyê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ji sedî 13 deng sitand û benda ji sedî 10an a hilbijartinê derbas bû û ji 26 bajaran 79 parlementer derxistin.
Li tevahiya Tirkiyeyê ji sedî 99,9 sindoq hat vekirin. Li gor encamên ku ji sindoqan derketin HDP ji sedî 13 deng sitand. Li tevahiya Tirkiyeyê 5,9 milyon deng dan HDPyê. Li gor van encaman HDPê 79 parlementerî qezenc kirin.
HDP ji Stenbol li Herêma 1emîn ji sedî 10,6, li Stenbolê Herêma 2yemîn ji sedî 12,4, li Stenbolê Herêma 3yemîn ji sedî 14,5 deng sitand û li her sê herêman jî ji MHPyê zêdetir deng sitand û bû pariya sêyemîn. HDPê ji Stenbolê 11 parlementer derxistin.
HDP bi Stenbolê re dê ji 26 bajêran parlementer bişîne TBMMYê. HDPyê li Enqereyê 1, li Îzmirê 2, li Diyarbekirê 10, li Wanê 7, li Mêrdîn û Şanliûrfayê 5, li Şirnex û Agiriyê 4, Batman û Hekariyê 3, li Tuncelî, Sêrt, Bidlîs, Mûş, Gazîentab, Qers, Edene, Mêrsîn û Îdirê 2, li Bûrsa, Erzirom, Bîngol, Ardahan, Adiyaman û Antalyayê jî parlementeriyek qezenc kir.
HDPyê li 4 parlementerên li Şirnex û Agiriyê, 3 parlementerên li Hekariyê, 2 parlementerên li Tûncelî û Îdirê tenê serê xwe derxist û li van bajêran ji bilî HDPyê tu partiyê parlementer dernexist. Ji bo HDPyê dengê herî zêde bi 85,8an ji Hekariyê bi 0,85an jî herî kêm ji Kastamonuyê deng hat.