Abdullah Tel
22 Îlon 2017•Rojanekirin: 23 Îlon 2017
ANKARA
Serokomar Recep Tayyîp Erdogan diyar kir ku hikûmeta Tirkiyeyê dibe ku roja şemiyê ji bo esker bişîne derveyê welêt biryarê bide û wiha pê da çû: "Ev yek wê bê parlementoyê. Emê ji parlementoya ku bi rewşeke deresayî wê bicive biryara esker bişînin derveyê welêt derxin û bi derketina vê biryarê pêvajoya niha li vê derê wê ber bi aliyekî din va bimeşe û ez wisa difikirim."
Serokomar Erdogan hevpeyvîneke taybet da Reutersê û mijarên di rojevê da ne nirxand û pirsan bersivand.
Di axaftina xwe da Serokomar Erdogan bal kişand ser hewla derbeya FETOya rêxistina terorê ku xwest di 15ê tîrmeha 2016an da bibe serî û got: "Ez hêvî dikim DYAya şirîkê me yê stratejîk vê xeletiya xwe demildest serast bike û tevlî me li hemberî wan bêbextên 250 mirovên me şehîd kirin, Navenda Ewlehiyê, Pireya Stenbolê ya Kendavê ku navê niha bû Pireya Şehîdan e bombekiribûn, gav biavêje û alîkariya me bike."
- "Çekan bêpere didin rêxistina terorê"
Serokomar Erdogan axaftina xwe wiha domand: "Hemû mesele çiye? Em welatên di nav NATOyê da em hev du fêm dikin? Gelo bi rastî jî em rêzê nîşanî hev didin? Mînak ez wek Tirkiye gelo dikarim ji welatên endamên NATOyê çekên hewcedariya min pê heye bistînim? Ez niha çekên hewcedariya min pê hene heke nikarim bi pereyê xwe ji welatên endamên NATOyê ne bistînim li qisûrê mêze nekin wê demê ezê ji welatekî din bistînim. Lewra li vir mesele ewlehiya min e."
Di berdewamiya axaftina xwe da Serokomar meseleya ku Tirkiyeyê nikaribû bi pereyê xwe wesayîtên hewayî yên bêmirov bistîne jî anî rojevê û got: "Me yê bi pereyê xwe bistenda nefirotin me. Ji bilî vê me gelek çek xwestin nedan û nefirotin me lê niha wan bêpere didin rêxistinên terorê. Hûnê vê yekê çawa îzah bikin? Pirsgirêk di vir da ye. Emê dostên xwe zêde bikin neyarên xwe jî kêm bikin."
Li ser pirsa der barê OHALê da jî Serokomar Erdogan got ku ew tewdîre e û li hemberî rêxistinên terorê hatiye hildan.
Ji bo azadiya der barê çapemeniyê da jî pirs ji Serokomar Erdogan hatin kirin û di vê mijarê da jî got: "Li Tirkiyeyê di mijara azadiya çapemeniyê da tu pirsgirêk tuneye."