20 Rêbendan 2017•Rojanekirin: 20 Rêbendan 2017
ANKARA
Serokwezîr Bînalî Yildirim piştî nimêja îniyê pirsên rojnamevanan bersivandin.
Serokwezîr Yildirim der barê hevdîtinên li Meclisê ji bo pêşniyaza guherandina destûrê bingehîn tê kirin da wiha got: "Heger pirsgirêk dernekeve, em dixwazin îro temam bikin. Lê carna em dibînin, dixwazin astengiyan derxin. Di nav sînorên demokrasiyê da meriv dikare hemû bertekan qebûl bike, lê tevger û hereketên bi Meclisa xazî nakevin, nayên qebûlkirin û li dijî gel û parlementeran niheqî ye."
Yildirim diyar kir Devlet beg merivekî xwedîprensîb e û wiha got: "Kesên dibêjin exlaqê siyasî, ruşweta siyasî, ez bêjim birêz Devlet Bahçelî nasv nakin. Devlet beg merivekî xwedîprensîb e, dema dibe menfeeta welat îdeolojîk hereket nake. Ez wî bi vî awayî nas dikim û di gelek qeyranên siyasî da jî wî ev îspat kiriye. Ji bilî van tiştên tên gotin, ji bo ev pêşniyaz ji meclisê derbas nebe tên gotin."
Serokwezîr Yildirim ji bo heyama li DYAyê bi Trump dest pê dike wiha got: "Hevkariya DYA û Tirkiyeyê ji NATOyê dest pê dike û xwediyê paşerojeke kevn e. Di heyamên berê da mixabin geleş tiştên xelek çêbûn û di navbera herdu dewletan da pirsgirêk derketin. Ez bawer dikim bi rêveberiya nû ra wê ev ji holê rabin."
Yildirim di berdewamiyê da wiha got: "Bi taybetî di serî da îadekirina FETOya mîmarê hewla derbeya namerd a 15ê Tîrmehê, qutkirina piştgiriya li Sûriye û Iraqê bi navê têkoşîna li dijî DEAŞê didin wan rêxistinên terorê yên serê Tirkiyeyê diêşînin û ji bilî vê jî ji bo serastkirina nêrîna neyînî ya gelên tirk ên der barê rêveberiya Amerîkayê da em hêvî dikin wê gav bên avêtin û hêviya me jî ev e."